1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 13 siyasetmedarên kurd serbest hatin berdan
13 siyasetmedarên kurd serbest hatin berdan,13,siyasetmedarên,kurd,serbest,hatin,berdan

13 siyasetmedarên kurd serbest hatin berdan

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Rûniştina doza 13 jê girtî 21 siyasetmedarên kurd ku di navbed Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Fatma Kurtulan û Serokê Giştî yê DEHAP'ê yê berê Tuncer Bakirhan jî heye hat dîtin. Heyetê der barê 13 siyasetmedarên girtî de biryara serbest berdanê da.

Yekemîn rûniştina doza 13 jê girtî 21 siyasetmedarên kurd ku di navde Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Fatma Kurtulan, Serokê Giştî yê DEHAP'ê yê berê Tuncer Bakirhan û Nûçegihanê DÎHA'yê Murat Çîftçî jî heye li 22'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi dawî bû. Piştî tesbîta nasnameyan daxwaza dozgeriyê ya têkildarî esasî de hate girtin. Dozgeriyê daxwazên xwe ya têkildarî esasê de xwest girtî serbest bên berdan. Siyasetmedaran bi riya 2 tercûmanên ji Enstîtuya Kurdî werger kirin. Dozgerê Komarê yê Stenbolê Murat İnam, diyar kir ku cihê sûc lê pêk hatiye Enqere ye biryara bêşopandinê da û der barê 13 kesan de rewşa girtî li ber çavan girt û xwest serbest bên berdan.

Berpirsiyariya Komîsyona Hiqûqê ya Mafên Mirovan û ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, jî parastin kir û xwest dema geşedanan li ber çavan digirin û naveroka îdîanameyê li ber çavan digirin lazime e siyasetmedar serbest bên berdan. Beştaş, da zanîn ku ev doza notên hevdîtinê ne û wiha got: "Notên hevdîtinê Serokwezîr, Şewirmendê wî Yalçin Akdogan û Wezîrê Dadê jî xwendine. Ji ber vê yekê divê hemû siyasetmedarên girtî serbest bên berdan.

Heyetê piştî li parastinê guhdar bir der barê 13 kesan de biryara berdanê da. Heyetê diyar kir ku siyasetmedarên girtî Berat Birtek, Tuncer Bakirhan, Mehmet Zahîr Saritaş, Yaşar Gundercî, Firat Taş, Fuat Aras, Kadir Mamir, Mahmut Polat, Îsmet Aslan, Nurettin Yalçin, Gulistan Balkaş, Fatma Kurtulan û Semra Karabaş dema wan a girtinê jî li ber çavan hatiye girtin û bi biryara pêkanîna tedbîrên kontrola edlî serbest berdidin.

(mae)