1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 14 salî cezayê muabetê girt
14 salî cezayê muabetê girt,14,salî,cezayê,muabetê,girt

14 salî cezayê muabetê girt

Ji dadgehê pêkanîna 12'yê Îlon: Ji zarokê 14 salî re cezayê muabetê

A+ A-

SIDDIK GULER Li Wanê di salvegera darbeya leşkerî ya 12'yê Îlonê de li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê, cezayê di 12'yê Îlonê de ji Erdal Eren re hatî birîn, cezayekî balkêş birî. Heyeta Dadgehê, li Endamê HPG'ê Emrah Bayram ê ku 14 salî tev li HPG'ê bû û piştî 34 rojan bê çek hate girtin temenê wî derxistin 22 saliyê û cezayê muebet birîn. Li gel vê yekê heyeta dadgehê ji Bayram re bi îdîayên "madeyê teqemeniyê peyda kir" û "di çarçoveya xebatên rêxistinê de tevgeriya" 10 sal û nîv ceza lê birîn. Parêzerê Bayram Sefer Kurt li hemberî ceza îsyan kir û diyar kir ku dadgeha bêpeywir, peywira xwe derbas kir û bê hiqûqî cezayekî giran da.

Li gelek bajarên Tirkiyeyê salvegera darbeya 12'yê Îlonê bi daxuyaniyên girseyî hate şermezarkirin. Lê di serdemekî darbekar tên darizandin li Wanê dadgehê biryarekî skandal da. Li Wanê di salvegera darbeya 12'yê Îlonê de ji Emrah Bayram ê ku 14 salî di sala 2009'an de tevlî HPG'ê bû û hêj 34 rojbûn tevlî HPG'ê bû li Bedlîsê bê çek li baxçeyekî hate girtin û temenê wî yê 14 salî mezin kirin û cezayê giran ê muebetê lê hate birîn. Heyeta dadgehê bi vî cezayê bihêz nebû û bi îdîayên "Madeyê teqemeniyê peyda kir" û "Di çarçoveya xebatên rêxistinê de tevgeriya" 10 sal û nivî cezayên din jî lê birî. Li dadgehê li gel hemû israrên parêzeran temenê Bayram nehate tesbîtkirin û cezayê ji Bayram re hate birîn li şûna rapora Saziya Tipa Edlî li gorî rapora Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê ya li gorî diranan dayî hate birîn. Parêzerê Bayram li hemberî ceza îsyan kir û diyar kir ku dadgeha bêraye peywira xwe derbas kir û cezayê giran ê bê hiqûqî da.

Dozger jî weke zarok îfadeyên wî girtin

Emrah Bayram piştî di 26'ê îlona 2009'an de tevlî HPG'ê bû dema ku bêçek çû baxçeyekî sêvan kombike dikeve kemîna leşkeran. Endamê HPG'ê yê li cem wî di pevçûnê de jiyana xwe ji dest û wi jî xwe li ber darekê veşart. Bayrma şevê heya serê sibê li wir dimîne û serê sibê dema leşker lêgerînê dikin tê dîtin. Bayramê bê çek li bin darê tê girtin piştî leşkran çekek anî danî cem wî û wêneyê wî kêşandin dibin. Bayram bi rojan di îşkenceyê de dimîne û li gel nehiqûqî bû leşker di bin çavan de îfadeyê wî digirin û pişt re sewqî dozgeriyê tê kirin. Lê dozger ji ber Bayram zarok bû îfadeyên wî weke "zarokê tevlî sûc bû" digire. Piştî îfadeyan Bayram hate girtin û lê li ser hewildanên emniyetê ji bo temenî mezin e raporê bigere rêdikin Nexweşxaneya Dewleta ya Bedlîsê. Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê jî ewil li gorî nênîk û pêşketinê raporê amade dike. Dozgeriyê li ser îtîraza parêzerên Bayram ji bo rapora duyemîn li şuna Saziya Tipa Edlî careke din ji Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê re şandin. Nexweşxane vê carê li gorî diranên 20 saliyê yên di 15 saliyê de derdikevin û bi zanistî hatin tesbîtkirin rapora temenî wî bi ser 22 saliyê re ye ya duyemîn da.

3 sal şunda şandin saziya tipa edlî

Di darizandina 3 salan de daxwaza parêzerên Bayram a ji saziya tipa edlî re bê şandin, birayekî wî yê mezin û yek jî yê biçûk bînin salona dadgehê û li gorî çavdêriya pisporekî saziya tipa edlî biryar bê dayîn ji aliyê dadgehê ve hatin redkirin. Raporên ji Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê hatin girtin di 26'ê nîsana 2011'an de ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re hatin şandin. Saziya Tipa Edlî jî diyar kir ku li gorî raporên hatin dayîn temenê Bayram nayê diyarkirin û ji ber temenê Bayram ê zaroktiyê derbas bû nikarin temenê wî yê rast tesbît bikin. Li gel di raporan de temenê Bayram ê zelal nehate tesbîtkirin dadgehê temenê Bayram ê 22 salî li ber çava girt û li gorî îdîaya "Yekîtiya dewletê û tevahiya welat xerakir" cezayê giran ê muabetê dayê. Heyeta dadgehê li gel vî cezayê ji ber Bayram daxwaza parastin kurdî kir tu daxwistin ji cezayê wî re nekir û li gel vî cezayî bi îdîayên "madeyê teqemeniyê peyda kir" û "di çarçoveya xebatên rêxistinê de tevgeriya" 10 sal û nîv cezayê din lê birî.

'Cezayê hate dayîn skandal e'

Piştî parêzer berê xwe dida doza Bayram di çarçoveya operasyona li dijî parêzeran a bi navê "KCK'ê" de hate girtin ji bo vekaletê bide parêzer Sefer Kurd çandin noterê lê noterê ji ber Bayram zarok e vekalet nedayê. Li şûna Bayram dayîk û bavê wî çûn vekalet dan. Parêzer Sefer Kurt, diyar kir ku di dosyayê de ji serî heta dawiyê bê hiqûqî hene û yekemîn care rastî biryarekî wisa tên. Kurt, anî ziman ku hemû daxwazên wan ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran ve hatin redkirin û wiha got: "Ligel muwekîlê min zarok bû temenê wî mezin kirin û cezayekî giran danê. Ji kesên rêveberiya rêxistinê dikin re jî ewqas ceza nayê dayîn. Ev skandalek e. Kesekî bê çek û 34 rojin tevlî bûyî cezayekî wisa tê dayîn nayê famkirin. Disa daxwaza me ya muwekîlê min rêbikin saziya tipa edlî, pisporekî saziya tipa edlî bê dadgehê nêrîna xwe bêje û ji malbatê kesekî ji wî mezin yek jî wî biçûk bên çavdêrkirin hatin redkirin. Zarokê li dadgeha zarokan bê darizandin, dadgehê xwe peywirdar hesiband ev ceza da. Ji bo cezayê giran bidin her tişt kirin."

Kurt, da zanîn ku muwekîlê wî gotina xwe ya dawî de got, "Ji ber tiştên min kirin ez puşaman nîn im û tu caran jî puşman nabim. Ez bi vîna xwe çûm. Ez derbikevim ez dê çareke din biçim." Kurt, bilêv kir ku têkildarî biryarê de dê di nava 7 rojan de îtîrazê bikin.

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî