14 Tîrmehê ji bo Kurdan roja rûmetê ye
AVAŞÎN ADAR - BEHDÎNAN 14.07.2014 07:00:00 Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku 14'ê Tîrmehê roja rûmetê ya Kurdan e û got, "Demeke ku ji bo pêşerojê hêviyê dide me, ji bo serketinê baweriyê dide me ye. Di kesayetiya berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de îspat bûye ku bi ruh û rêbaza 14'ê Tîrmehê re serketin pêkan e."
14'ê Tîrmeha 1982'an dema destpêkirina rojiya mezin a mirinê ye ku ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek, li dijî zext, zilm, îşkence û tinehesibandina Kurdan ku li zîndana Amedê derket asta hovîtiyê, dest bi berxwedana rojiya mirine kirin.
Di vê dema ku cûntaya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê xwest tevgera azadiyê ya Kurd tune bike de, zîndanên Amedê bi taybetî veguherîn qada 'pêkanîna' faşîzmê.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû yê di bexwedana Zîndana Amedê de cih girt, ji ajansa me re berxwedana 14'ê Tîrmehê û encamên wê nirxand.
14'Ê TÎRMEHÊ DI DÎROKA KURD DE SERDEMEKE NÛ DAYE DESTPÊKIRIN
Karasû da xuyakirin ku rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê ne tenê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye û ev nirxandin kir: "Vîn û daxwaza Kurd ya wê di 14'ê Tîrmehê de bihata şikandin, yan jî wê vîna Kurd a di 14'ê Tîrmehê de nehatiye şikandin derketibûya holê û serdemeke nû ya dîrokî bihata destpêkirin. 14'ê Tîrmehê ne şişandin, pêngaveke nû, serdemeke nû ya dîroka Kurd derxistiye holê. Berxwedan û berxwedêrên 14'ê Tîrmehê nîşan dane ku şert û merc çi dibin bila bibin, zext, şikandina hêviyan û zilm çiqasî dijwar be jî, têkoşîn dikare bê dayîn, serketin dikare were bidestxistin."
Mûstafa Karasû ragihand ku mercên zîndana Amedê gelekî zehmet e û anî ziman ku mercên zehmetiya zehmetiyê ye. Karasû da zanîn ku ji ber vê yekê cihekî mercên şoreşa Kurdistanê lê hat jiyîn e û destnîşan kir ku sekna PKK'ê yan jî helwesta PKK'ê ya di zîndana Amedê de wê pêşeroj diyar bikira.
BERXWEDÊRÊN 14'Ê TÎRMEHÊ HESAB JI ARMANCÊN NEXÊR ÊN DEWLETA TIRK PIRSÎN
Karasû da xuyakirin ku cûnta faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê di wê baweriyê de bû ku li deve hêviya azadiyê ya gelê Kurd qedandiye û got, "Di wê baweriyê de bû ku PKK bêbandor kiriye. Xwedî wê nêrînê bû ku êdî li Kurdistanê careke din berxwedan dernakeve. Ji bo rewşeke bi vî rengî derxîne holê zext û zilm di asta herî bilind de dimeşand."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku kadroyên pêşeng ên PKK'ê di 14'ê Tîrmehê de hesab ji van armancên nexêr ên dewleta Tirk hesab pirsîne û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Gotin; şert û merc çi dibin bila bibe emê li ber xwe bidin. Emê van armancên nexêr têk bibin. Ji bo e nêrîn û armancên neyînî neçin serî, dest bi berxwedanê kirin. Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi nêrîna 'emê di mercên zehmetiya zehmetiyê de têbikoş in, şert û merc çiqasî zehmet dibin jî berxwedan wê dewam bike û gelê Kurd wê bigihêje jiyana azad û demokratîk' destpê kir. Û di şert û mercên zehmetiya zehmetiyê de ev berxwedan hat biserxistin."
BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ RÊBAZA ŞOREŞA KURDISTANÊ DERXISTIYE HOLÊ
Karasû anî ziman ku berxwedana 14'ê Tîrmehê di mercên zehmetiya zehmetiyê yên zîndana Amedê de rêbaza serketinê, rêbaza şoreşa Kurdistanê derxistiye holê û destnîşan kir ku şoreşa Kurdistanê wê bi ruh û rêbazê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê ji sedî sed bi ser bikeve.
Karasû ragihand ku rêbaza şoreşa Kurdistanê ya bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê derketiye holê ji aliyê ti kesî ve nikare bê têkbirin û got, "Ji ber vê yekê berxwedana 14'ê Tîrmehê ne tenê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo tevahiya dîroka Kurd gelekî girîng e."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû da xuyakirin ku berxwedana 14'ê Tîrmehê bazinê zêrîn ê Tevgera Azadiyê ya Kurd, gelê Kurd e û diyar kir ku ew gelek tiştan deyndarê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ne.
Karasû ragihand ku berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de hemû derfetên serketinê dane wan, mifteya serketinê dane wan û destnîşan kir ku ya ji niha û pê ve were kirin, aydî wan e, aydî gel e.
Karasû anî ziman ku berxwedêrên 14'ê Tîrmehê nîşanî wan dane ku eger di her şert û mercî de têkoşîn were dayîn, vîn û biryardarî were nîşandan wê serketin bi dest bikeve û wiha axivî:
"Li ser vê bingehê rastiya gelekî têkoşer derketiye holê ku îro ji bo azadî û demokrasiya Rojhilata Navîn têdikoş e. Ya ku ji bo pêşerojê hêviyê dide me, baweriya serketinê dide me ev dem e. Yanî di kesayetiya berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de îspat bûye ku bi ruh û rêbaza 14'ê Tîrmehê re serketin pêkan e."