1500 çekdar derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn
Komên Çekdar ji deriyê sînor ê li Serêkaniyê ku di destê dewleta Tirk de ye, 1500 çekdarî derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.
Komên Çekdar ji deriyê sînor ê li Serêkaniyê ku di destê dewleta Tirk de ye, 1500 çekdarî derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin. Hat diyarkirin ku armanca wan ew e ku berê xwe bidin bajarê Holê piştre Tilhemîs û ji wir berê xwe bidin Herêma Rimêlan.
Li gorî çavkaniya ji ANF'ê re ragihandin ku 1500 çekdarên ku girêdayine hin tûgayên Artêşa Azad doh ji deriyê Sînor a Serêkaniyê derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê bûn. Çavkaniyê diyar kirin ku komên çekdar ku derbas bûne dixwazin di nêzî Serêkaniyê re berê xwe bidin Herêma Holê û ji wir berê xwe bidin Tilhemîs û Rimêlana ku niha ji aliyê Yekîneyê Parastina Gel (YPG) hatiye dorpêçkirin.
GELÊ RIMÊLAN BANG LI YPG'Ê KIR
Li ser xwesteka gelên herêmê hezên YPG'ê ji hêzên rejîma Sûriyeyê xwestin ji herêmê derkevin, ji ber ku gelên herêmê naxwazin ku ew li wir bimînin. Yekîneyên YPG'ê mûdaxele kir û ji hêzên rêjîma Bass xwest ku ji herêmê dûr bikevin. Lê ji ber ku Hêzên Artêşa Sûriyeyê ku li gundê Kirzîro bi cîh dibin derneketin. Yekîneyên YPG'ê gundê Girzîro dorpêç kirin, di encamêde hevkarên rêjîmê ji herêma Rimêlan êrîşî gunêdê Kirzîro yê 25 kîlometreyî dûrî Rimêlan kirin.
Êrîşkar beranberî berxwedana YPG'ê hatin di encamê de şer derket. Di şer de kuştî û birîndar ên hevkarên rêjîmê çêbûn û 7 ji wan dîl hatin girtn û 14 leşkerên Sûriyeyê xwe radestî YPG'ê kirin û hevkarên rejîmê jî çeçar man ku xwe şûnde vebikişînin.
Yekîneyên YPG'ê Rimêlan dorpêç kirin. YPG'ê debarê mijarê de bang li hemû eşîretên Erebên Rimêlanê kirin ku ji ber kiryarên hevkarên Rêjîmê hişyar bin, daku tevliheviyê di herêmê de dernekeve. Her wiha rêvebiriya Giştî ya YPG'ê da zanîn ku ew ê hemû netewên herêmê biparêzin.
YPG’ê got: ''Em rê nadin ku tu kes jiyana hevbeş ku gelên herêmê dijîn û aştiyana di navbera Kurd û ereban bin pê bikin''. Her wiha eşîretên Zibêdî, Cewala û hinek Şerabiya li Rimêlan YPG'ê desteka xwe ya ji bo YPG’ê aşkere kirin.
ANF NEWS AGENCY