1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 150 sivîl serbest hatin berdan!..
150 sivîl serbest hatin berdan!..,150,sivîl,serbest,hatin,berdan

150 sivîl serbest hatin berdan!..

Ji 300 Kurdên ku komên çekdar ew girtibûn 150 kes hatin berdan

A+ A-

Ji 300 sivîlên ku piştî pevçûna li Taxa Eşrefiye, li ser riya Heleb û Efrînê ji aliyên komên çekdar ên xwe wekî Artêşa Azad didin nasîn ve hatibûn girtin, zêdetirê 150 kesan hatin berdan.

Li bajarê Helebê di 26'ê Cotmehê de komek çekdar ket Taxa Eşrefiye û gel gulebaran kir. Ji ber vê êrîşa ku 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, YPG'ê jî bersiv da û 19 êrîşkar kuştin.

Piştî pevçûnê komên çekdar ên xwe wekî Artêşa Azad didin nasîn, li ser riya Heleb û Efrîn 300 sivîlên kurd rehîn girtin. Di encamên hevdîtinên hatin meşandin de, zêdetirî 150 kes serbest hatin berdan. Hate diyarkirin ku sivîlên din jî dê serbest bêne berdan.

Li aliyê din ji bo serbest berdana endama YPG'ê ku dema cenazeyên koma çekdar teslîm dikirin, hatibû girtin jî, danûstendin didomin. Li gorî agahiyan rayedarên YPG'ê ji koma çekdar xwestiye ku endama wan dîsa li cihê ku lê girtine berdin.

Heta gotin ku piştî ev yek pêk hat, dê YPG jî, êrîşkarên ku dîl girtine û cenezayên êrîşkaran radestî wan bike.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî