159 saziyên sivîl: "Bombekirina Qendilê zerarê dide pevavjoya aştiyê
159 saziyên sivîl ên civakî yên Amedê, têkildarî hevdîtinên li Îmraliyê û operasyonên leşkerî yên li hemberî PKK'ê tên meşandin civîna çapemeniyê pêk anî. Nûnerên saziyan diyar kirin ku ew piştgiriyêdin hevdîtina li Îmraliyê û xwestin operayon rawestin. Liser navê komê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku hevdîtinan li herêmê heviyek çêkir, lê ev bombebarandin dîsa heviyan dişkîne. Bîlîcî, anî ziman ku bombebaran qandîlê û operasyonên leşkerî zerarê dide pêvajoyê.
Li Amedê 159 saziyên sivîl ên civakî ji bo piştgiriyê bidin hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê tên kirin û operasonên leşkerî şermezar bikin li Cemîyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat a Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de nûnerên 159 saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di civînê de li ser navê saziyên sivîl ên civakî serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî. Bîlîcî diyar kir ku diyalogê di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û û hikûmetê de hatine destpêkirin gihiştiye astekê û wiha got: "Li gel geşedanên borî û baweriyên hatin şikandin civak dîsa piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Saziyên sivîl ên civakî yên Amedê jî ji bo pêvajo ber bi aştî û demokrasiyê ve bimeşe piştgiriyê didin pevajoyê. Em saziyên sivîl ên civakî vê pêvajoyê girîng dibînin û em li pişt vê pêvajoyê ne. Her çend em di nava pêvajoyê de raste rast cih negirin jî em alîgiriya xwe tînin ziman.
'Bombekirina Qandîlê zerarê dide pêvajoyê'
Bîlîcî di vê pêvajoya ku hevdîtin tênkirin de bombebarana Qandîlê û operasyonên leşkerî jî rexne kir û wiha got. "Di vê pêvajoya ku hevdîtin tê kirin de girtek li çapemeniyê hatin belavkirin û operasyonên leşkerî û bombebarandina li Qandîlê berdewam dike. Ev operasyonên hewayî û bejayî zerarê didin pêvajoyê û fikarên me zêd dikin. Em dixwazin bi lezgîn ev operasyonên bejayi û hewayî rawestin.
Bîlîcî, anî ziman ku ji bo PKK girtiyên di destê xwe de serbest berdin berê jî banga wan hebû û dê banga xwe dubare dikin.
(mae)