1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 15 cenaze anîn Meletiyê
15 cenaze anîn Meletiyê,15,cenaze,anîn,meletiyê

15 cenaze anîn Meletiyê

Hate zanîn ku cenazeyê 15 endamên HPG'ê yên di operasyona li herêma di navbera Bedlîs û Sêrtê de jiyana xwe ji dest dan anîn Meletiyê.

A+ A-

Hate zanîn ku cenazeyê 15 endamên HPG'ê yên di operasyona li herêma di navbera Bedlîs û Sêrtê de jiyana xwe ji dest dan anîn Meletiyê. Hate hînbûn ku cenaze aydî 15 endamên HPG'ê yên jin in.

Di 24'ê Adarê de di navbera Sêrt û Bedlîsê de li guhdê Çeltîklî nêzî daristana Sehiyê operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de hate diyarkirin ku 15 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyê 15 kesên ku tê gotin endamên HGP'ê ne anîn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Hate diyarkirin ku cenaze tev aydî endamên HPG'ê yên jin in. Malbata endama HPG'ê Gulistan Basutçu (Yerivan Ararat) jî ji bo cenazeyê keça xwe wergire ji Stenbolê hatin Meletiyê. Li bendê ye ku piştî malbat serî li dozgeriyê bidin cenazeyê keça xwe wergirin.

Li aliyê din cenazeyên 5 endamên HPG'ê yên li Cudî di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabûn jî hêj li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên girtin.

Hate diyaririn ku di operasyona 13'ê Sibatê de li navçeya Qilebanê ya Şirnexê operasyon pêk hatibû û 15 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabû. Malbatan 5 cenaze wergirtibûn. Hate zanîn ku dozgeriyê cenazeyên 9 kesan li Goristana Bajar a Meletiyê defin kirin.

Dozgeriyê da zanîn ku cenazeyê li Saziya Tipa Edlî maye li gorî testa DNA'yê aydî endama HGP'ê Ayşe Îşç ye.

(mae)


Bêjeyên Miftehî