1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 15’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê roja duwemîn didome
15’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê roja duwemîn didome,15,emîn,desteya,giştî,ya,knk,ê,roja,duwemîn,didome

15’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê roja duwemîn didome

A+ A-

BRUKSEL – 15. Desteya Giştî ya KNK’ê duh li Brukselê destpê kir. Di roja xwe ya duwemîn de wê berdewam bike.

Desteya Giştî ya KNK’ê li Brukselê bi tevlîbûna sedan endaman destpê kir. Di desteyê di serî de ji Kurdistanê ji gelek navendên cîhanê 44 partiyên endamên KNK’ê jî di nav de bi sedan endam, partiyên çavdêr, rêxistin, nûnerên saziyan û mêvan amade bûn. Endamê Konseya KNK’ê Zubeyir Aydar ku axaftina destpê kir, Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade û Nîlufer Koç jî beşdar silav kirin. YNK û Goran jî di nav de partî û rêxistinên ne endamên KNK’ê jî ku tevlî desteyê bûn, PDK tevlî hatibû dawetkirin jî ku tevlî nebû bal kişand.

Di Desteya Giştî de 4 zarayên Kurdî ku hat bikaranîn, heyetek li ser navê kantonên Rojava jî amade bû.

Di desteya ku wê 3 rojan bidome, wê hevserok, konseya rêveber û dîwana mezin ji nû ve bê hilbijartin. Di desteya îsal de wê “desteya dîwana navber” a ji 50 kesan bê avakirin. Di duyemîn û sêyemîn rojên desteyê de wê raporên xebatan bên xwendin. Axaftinên endaman bên guhdarkirin, rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd bên axaftin û deste bi hilbijartinê wê bi dawî bibe.

Desteya Giştî wê 27’ê Îlonê ango sibe bi dawî bibe.

(ra)