1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 15 jinên BDPyî hatinbinçavkirin
15 jinên BDPyî hatinbinçavkirin,15,jinên,bdpyî,hatinbinçavkirin

15 jinên BDPyî hatinbinçavkirin

Li Wanê 15 endamên BDP'ê yên jin hatin binçavkirin

A+ A-

Yekineyên midûriyeta polîsan li bajaroka Sixke ya Wanê û Wanê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinê de di navde endamên meclîsa giştî ya bajar û endamên meclisa şaredariyê jî heye 15 endamên BDP'ê yên jin binçavkirin.

Yekineyên midûriyeta polîsan li bajaroka Sixke ya Wanê saet di 03,30'an de bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan, Mala Cilşo û Piştevaniya Jinê ya MAYA û VAKASUM'ê de 15 endamên BDP'ê yên jin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina mal û komeleyan de 11 hardîstên kompîtûran desteser kirin. Di serdegirtina malan û çilşo û Piştevaniya Jinê ya MAYA û Navneda Pêkanîn û Lêkolîna Pirsgirêkê Jinê ya Wanê (VAKASUM) de 15 jin hatin binçavkirin. Ferahat Akın, Civaknasa Şaredariya Sixkê Rojbin Çetin, endama BDP'ê Filiz Aslan, endama meclîsa giştî ya bajar Ayla Tarhan, endama meclîsa şaredariyê Yildiz Çetin, endamên BDP'ê Suna Atabay, Aynur Bagiş û Leyla Aydin, Civaknasa VAKASUM'ê Ceyhan Timur, xebatkara VAKASUM'ê Emine Bozkurt, Fatma Kizil, endama meclîsa BDP'ê Arzu Moco, endama meclmîsa Jinê ya BDP'ê Hatice Abali û bavê Emîne Bozkurt Hazim Bozkurt jî di navde 15 kes hatin binçavkirin.

Polîsan bi ser mala endama meclîsa sixkê Rojbin Akdag de jî girt, lê ji ber ku Akdag ne li malê bû piştî lêgerîne veqetiyan.

15 endamên BDP'ê piştî binçavkirinê birin Midûriyat polîsan a Wanê

Balkêş e operasyon beriya meşa Meclîsa jinan a BDP'ê ya Wanê ku ji bo biçin ser gora endama HPG'ê Bedriye Aktî pek hat.

(mae)