15’ê Reşemiyê: Roja qirkirina kurdan
ŞEVÎN MURAD BINGOL (Dosye -1-)
Di têkiliya tirk û kurdan de 15’ê Reşemiyê (sibat) piştî 74 salan bû
duryanek. Di 15’ê reşemiya 1925’an û 1999’an de çi qewimî, di pişt
perdeyê de çi hatin jiyîn, bi destê kê ev komplo hatin pêşxistin, encamê
van komployan çi bû, van komployan ji bo kurdan pêvajoyên çawa
derxistin holê, Komara Tirkiyeyê roleke çawa di van komployan de lîst?
Hêzên navneteweyî ji bo dewleta tirk tengav bikin pirsgirêka kurd her dem wekî qoz di herêmê de ji bo ku berjewendiyên xwe bikarbînin çavên xwe qirkirin û êrîşên li ser kurdan tên kirinê re girtin. Ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin her dem nêzîkatiyeke wiha diyar kirin. Serhildana Şêx Sêîd wekî pêşbînî dest girtin ji bo makeqanûna 1924’an ya ku înkarkirina kurdan di nav xwe de dihewîne, bi kurdan bide qebûlkirin wekî amûrek herî bîngehîn nêzî serhildana Şêx Sêîd bûn. Li Tirkiyeyê nîqaşên der barê makeqanûna nû têne kirin, makeqanûna 1924’an a 80 salî ku înkarkirina kurdan di nav xwe de dihewîne, hîn bi şênber dibe û 15’ê Sibata sala 1925’an ku bi înkara kurdan di warê fizîkî, çandî û bi qirkirina siyasî dest pê kir û berdewam dike, çawa gihîşt vê pêvajoya îro?
NE TENÊ ROJA REŞ E…
“Dîroka destpêkirina qirkirin û komployê ya li hemberî kurdan 15’ê sibata 1925’an e. Hûn dizanin di 15’ê sibata 1925’an de li dijî Şêx Seîd komplo pêş xistin. Di heman demê de 15’ê sibata 1999’an li hemberî min jî komplo hate kirin. Xalîd Begê Cibrî jî ji holê rakirin û paşê di 15’ê sibatê de berê xwe dan Şêx Seîd. Roja darvekirina Şêx Seîd 29’ê Hezîranê ye; roja biryara darvekirina min jî 29’ê Hezîranê ye. Ev ne jixweber in, mekanîzmayek ev qas jixweber naxebite. 15’ê sibata 1925’an destpêka qirkirina kurdan e. Ez 15’ê sibatê ji bo kurdan roja qirkirinê îlan dikim. 15’ê sibatê, ne tenê ji bo min roja reş e.” (Abdullah Ocalan-24 MIJDAR 2010 )
TIFAQA KURD Û TIRKAN
Di dema şerê rizgarî û salên 1916 û 1925’an de Mustefa Kemal polîtîkayên xwe di nava van 8 salan de li gorî tifaqên ku bi kurdan re diyarkiriye tevgeriya ye. Beriya Kongreya Erziromê Mustafa Kemal çar sal li Kurdistanê digere û Kongreya Erziromê di dawiya van gerên xwe de pêk tîne. Ji aliyê Vîlayetê Şarkî ya Civata Parastin a Dadê (Mudafaa-î Hiqûq Cemiyeti) piştgirî werdigire. Wê demê bi temamî Fermandarê Parartêş a 7’emîn ji kurdan pêk tê. Ev hevkarî di warê siyasî de xwe bi makeqanûna 1921’an a Tirkiyeyê û 10’ê sibata 1922’yan roja ku ji bo kurdan zagona xweseriyê ji aliyê meclisê ve hate pejirandin bi nav dike. Ev axaftina ku Mustafa Kemal di sala 1924’an li Îzmîtê kiriye de tê dîtin. Dîsa hevok û vegotinên wekî, peyama ji bo Fermanderê El-Cezîreyê Tuggeneral Nehat Paşa ji alî “Civata Milet a Bilind û Mustefa Kemal” hatiye şandin de tê mohrkir ku” Di Kurdistanê de Kurd” û “polîtîkayên kurd ên hundirîn ji alî Fermanderê Enî ya El- Cezîreyê ve dê bê diyarkirin” derbas dibin.
Her çiqas di Peymana Lozanê de Îsmet Înonu gotibe ez nûnerê tirk û kurdan im jî paşê ev gotin hatiye redkirin. Dîrok a 20’ê çileya 1921’an qanûna teşkîlat-i esasiye hejmara 85’an xala 1’emîn çekûyeke wisa tê bikaranîn; “serwerî bê qeyd û merc ê miletan e” lê ev kîjan milet e nehatiye diyarkirin. Lê belê 9’ê adara 1924’an makeqanûna 1924’an bi hinceta”dewleta me dewleteke milî ye, ne dewleteke pir miletî ye. Derveyî tirkan dewlet milet nasnake. Li welat di nav xwe de kesên ku girêdayî nijadên din, ji bo wan jî dadê maf û wekhevî heye. Lê belê li gorî misogeriya rewşa nîjada wan maf naskirin an jî gotinên wekî wê bikaranîn ne hewce ye.”
MUSTAFA KEMAL Û KURD
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê pirsê dike; Mustafa Kemal bi kurdan re peyman çêkir. Bi Îslamgir û Komunîstan re li hev hat. Piştî ku kadroyên îttîhatger desthilatî xistin bin destê xwe, ji 1925’an û pê ve dest bi tasfiyekirina kurdan kirin. Ma çawa bû ku Mustafa Kemal, ku di 1924’an de digot bila xweserî ji kurdan re were dayîn, piştî 1925’an kurdan tasfiye dike?
“Dema Mustafa Kemal Komar damezirand rol û tevlibûna kurdan herî kêm bi qasî rol û tevlibûna tirkan girîng e. Kurd endamên damezrîner ên resen ên komarê ne. Mustafa Kemal jî vê yekê dizanîbû û lewma alîkarî ji kurdan girt; digot ku divê xweseriya herî berfireh ji kurdan re were dayîn. Wekî ku tê xuyakirin yên bûn asteng ne Mustafa Kemal û Kemalîst in. Lê belê bi kadroyên Îttîhatger Mustafa Kemal dorpêç kirin. Mustafa Kemal pir baş dizanibû ku eger kurd nebin, wê Şerê Rizgariyê neyê qezenckirin. Loma çûbû destê xwe dabû Diyap Axa û wekî wî desteka 60 kesayetên girîng ên kurd girt.” Ji ber sedema neftê Îngilîstan xwest Musil û Kerkûk dervê sînorê Mîsak-î Mîllî bihêle, lê Komara Tirk a ku bi rêbertiya Mustafa Kemal talebên xwe yên di herêmê de naxwazin gav ji paşve biavêjin. Ji bo ku Îngilistan planên xwe yên li ser herêmê pêkbîne bi îtîhatgerên alîgirê îngilîzan xwestin Mustafa Kemal tengav bikin ji bo ku tifaqa ku bi kurdan re çêkiriyê dev jê ber de, di milê din de jî bi riya Binbaşî Noel û gelek serbazên îngilîz li Kurdistanê erkdar kirin ji kurdan re jî gotin serhildanek pêşbikeve hûn dikarin bawerî bidin me, hêviyên wiha qels û bê bingeh belav kirin. Çi di dema Hevpeymana Lozan a 1923’yan de sozên ku ji bo kurdan hatibûn dayîn û nepêkanîna wan sozan, çi jî di makeqanûna 1924’an de înkarkirina kurdan di nava xwe de digirt bû sedema ku di herêma Kurdistanê de gelek serhildan pêş bikevin. Ji van serhildanan yek jî serhildana Şex Sêîd bû. Lê beriya vê serhildanê çi qewîmî, ev serhildana çima pêş ket, çi lîstok di wê demê de hebûn? Divê em destpêke van bizanibin.
Xalîdê Begê Cibrî, Mebûsê Meclisê Yusuf Ziya di gulana 1923’yan de li Erzorimê Rêxistina Azadiyê damezrandin. Damezrînerê Rêxistina Azadiyê ev her du şexsiyet bûn. Di Kurdistanê de ji bo serhildana ku hezîrana sala 1925’an pêş bikeve organîze bikin xebat didan meşandin. Di îlona 1924’an de Mebûsê Meclîsê Yusuf Ziya Beg ji endamên Azadiyê birayê xwe Texmên Arîf Beg re ji bo rewşa dawiyê ya ku li Kurdistanê çi ye name dişîne. Ev name dikeve destê îstîxbarata tirkan, Yusuf Ziya Beg û Albay Xalît Beg têne girtin û dibin Girtîgeha Leşkerî ya Bedlîsê. Li şûna Xalîdê Cibrî Şex Sêîd neçar diminê ku fermandariya giştî bigire ser milê xwe û amadekariyan bike.
RAPERÎN DEST PÊ KIR
Dema mirov şert û mercên Kurdistanê digire dest û tîne li berçavan di demsala sibatê de serhildan destpêkirin ne pêkhatî be, agahiya îngilîz û hêzên dewleta tirk a vê serhildanê de di warê provakasyonê de mîsyonek girîng lîstin e. Şêx Sêîd ji Xinisê derbasî Pîranê dibe, di wir de bi hecata du mehkûm girtine gel xwe û veşartiye, cendirme pênc kes digirin û dixwazin bibin li ber vê çendê pevçûn derdikeve, neçar dimînin ku raperîn bidin destpêkirin û serî hildin. Pêvçûna Licê û Pîranê dibe sedema destpêkirina serhildanê. 14’ê Sibatê dehhezar şervanên ku di bin fermandariya Şêx Sêîd de ne Darahinê bi dest dixînin. Darahinê ji bo demek dibe paytext. 20’ê Sibatê Lice û Xanî tê girtin. Piştre ji milê gelî yê Xanî ber bi Amedê ve hêzên serhildanê pêşve diçin. 29’ê Sibatê Maden serî hildide. 28’ê sibatê Palo dibe biryargeha nêzî 20 hezar hêzên serhildanê. Li gorî hin çavkaniyan heya êrîşa 11’ê adarê ya Amedê duwanzdeh, li gorî hinan jî çardeh wîlayet hatinê bi destxistin. Li gorî texmînan hijmara kurdên ku li tevli têkoşînê bûne nêzî çil hezar kes in. Li gel hemû hewldanan nedestxistina Amedê berê serhildanê diguherîne. Sedemê vê ji ev in; li Amedê hin kesên dewlemend alîgirê dewletê ne. Roj bi roj hêzên hikûmetê îsyatîf, bajar û bajarokên ku di destê şêxan de bûn hemû yeko yek ji dest wan digirin.
Di 15’ê nîsanê de Şêx Sêîd ji ber giliyê burayê xwe yê Serdar Qasim ve li navbera Mûş û Varto ye li ser Pira Evdilrahman Paşa bi gelek rêveberên din û hin jî wan birîndar in, dîl dikevin destê hikûmeta tirk. Kesên hatine girtin hemûyan dişînin Amedê. Di vê navberê de Xalîd Begê Cibrî û Yusuf Ziya dar ve dikin. Roj a 5 Gulana sala 1925’an Şêx Sêîd dibin Amedê. Li Amedê Komîtiya Dadgeha Îstîklalê tê damezirandin di serî de der barê Şêx Sêîd û Seyîd Ebdilqadir û 48 kesan biryara darvekirinê tê girtin û şeva 28’êHezîranê, 29’ê Hezîranê ve dide girêdan tên darvekirin.
ENCAMA SERHILDANÊ
Li heremê bi têkçûna raperînê û piştî wê çek tên komkirin. 14 bajêr, 700 gund, nêzî 9 hezar mal tên wêrankirin. 50 hezar kes tên koçberkirin. Nêzî 7 hezar û 500 kes diavêjin girtîgêhan. 660 kes tên darve kirin. 80 hezar kurd tên kuştin.
Piştî raperîna Şêx Sêîd, 80 salan Komara Tirk li ser kurdan polîtîkaya înkar-îmha xistin dewreyê. Piştî serhildanê Dadgehên Îstîklalê tên erkdarkirin û dişînin herêmê. Kurdî û tiştên ku bi çanda kurdîtiyê ve girêdayî hemû hatin qedexekirin. Qanûna pihêtkirî di 4’ê adara 1925’an derxistin û Takrîr-î Sikunê xistin dewrê… Ev heya 4’ê adara 1929’an di meriyetê de ma.
PLANA ISLAHATA ŞERQÊ
Di 24’ê îlona 1925’an de Plana ŞIslihata Şerqê ket meriyetê. Ev plana çi bû? Hin bendên vê planê wisa ne: Yên raperîn bi rê ve birin û yên nêzî wan, alîgirê wan, sermiyanên eşîretan, ji aliyê hikûmetê ve kesen ku mayîna wan ya rojhilat rewa nehatibe dîtin, malbat û kom ji alî hikûmetê li rojhilat ber bi cihên ku bên nîşandan ve werin şandin. Wîlayetên me yên rojavayê Feratê hin civatên kurd ên ku belav bicihbûne bi kurdî axaftina wan divê bê astêngkirin û divê mektebên keçan bê vekirin û jin tirkî hîn bibin. Wîlayet û navçeyên wekî Meletî, Xarpêt, Bîngol, Amed, Bedlîs,Wan, Mûş, Riha, Erxenî, Xozat, Erdîş, Adilcewaz, Xêlat, Palo, Çarsencex, Çemîşgezek, Pulur, Hisnî Mansûr, Behîsnî Arfa, Hekîmxan, Bîrecîk û Çermîk di eslê xwe de tirk, lê dijî kurdayetî yê binketin destpêkiriye ji alî hikûmet û daîreyên şaredariyê, dîsa ji alî teşkîlat û saziyên din, li van navçeyan dibistan, sûk û bazaran li dervê tirkî zimanekî din bikarbînin dê ji alî hikûmet bên cezakirin.
24’Ê NÎSANÊ û 15’Ê SIBATÊ
Der barê 24’ê Nîsanê û 15’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha dibêje; “Ev mijar her ku diçe ji bo min zelal dibe. Dema ku di 1925’an de li dijî kurdan komplo pêş ketin, serokwezîrê wê demê Fethî Okyar gotiye;”ez destê xwe nakim xwîna kurdan” û xwe vedikişîne. Paşê bi ekîbeke din ev komplo dewam dike. Di 15’ê sibatê de ji yekîneya ku ji Şêx Seîd re tê şandin du leşker didin kuştin û li dijî kurdan komplo tê destpêkirin. Di serê vê ekîbê de pênc general hene. Li dijî Şêx Seîd komplo pêş xistin.” Ocalan dibêje ku hêj serwextbûn û amedekariyên serhildanê nefesilîne serhildan dest pê kiriye û wiha berdewam dike: “Ev bûyer kengî dest pê dike? 15’ê Sibata 1925’an. Çi balkêş e ne wisa? Roja bi komployeke dîlgirtina min û radestkirina min jî 15’ê Sibata 1999 e… Ev hemû ne rasthatinek e. 15’ê sibata 1925’an dîroka destpêkirina komplo û qirkirina siyasî ya li ser kurdan e. Ev qirkirin piştre li hemû deverên Kurdistanê belavkirin Amedê heta Dêrsimê û heya roja me ya îro hate meşandin. Ji bo Ermeniyan 24’ê Nîsana 1915’ê çi be ji bo kurdan jî 15’ê Sibata 1925’an ew e.”
Xalîd Begê Cibrî kî ye?
Di sala 1882’yan de li Gimgimê tê dinê. Bavê wî reîsê eşîreta Cibran û qeymeqamê berê Mehmud Begê Cibrî û dayika wî jî xaltika Şêx Sêîd Melek Xanim e. Xalid Begê Cibrî di demê xwe de wekî zarokên axayên din li Stenbolê Mekteba Eşîreta Karabaş û Mekteba Sterk a Ceng xwend. Cihê erkdariya wê ya destpêkê Filistîn bû, di nava artêşa Osmaniyan de di asta serbarî de peywir girt. Dîsa berpirsyariya perwerdehiya leşkerî ya Alayên Hamidiyê kir. Piştre jî gihîşt asta payeya bilind a mîralay e. Li Erziromê erk girt. Di dema şerê rizgariyê de ji bo demek kurt bê jî li cem Mustafa Kemal û alîgirên wê de cih girt. Di 1920’an de li dijî karakterê kemalîst û tirkîtiyê leşker û rewşênbîren kurd ên ku bertek nîşandan li dora wî kom bûn. Bi gelek rêxistinên kurdan re ketin têkiliyê û 8’ê sibata 1923’yan de pêşêngiya damezirandina Cemiyeta Azadiyê dike. Li gorî Mebûsê Mûşê Hecî Îlyas Samî dibêje Xalid Begê Cibrî ji bo têkoşîna xwe van gotinan anî ye ziman: “Li gel hemû alîkarî û dostaniya kurdan jî hikûmet nasnameya kurdan nas nake, mafên kurdan nade û li ser sozên ku daye nasekine. Ev gel têkoşîna xwe ya mafdar bide meşandin. Hecî! Hecî! stûyê min ji bo benê we amade ye.”
Dê bidome….