'15'ê Tebaxê vejîna gelê kurd e'
'Pêngava 15'ê Tebaxê Heqîqeta ji nû ve vejîna gelê kurd e'
BERJÎN TÊKOŞER Bi munasebeta 28'emîn salvegera pêngava 15'ê Tebaxa sala 1984'an ku gelê Kurd ji vê rojê ji bo xwe weke zayîn û ji nû ve vejîn dinirxîne şahid axivîn. Salvegera 15'ê Tebaxê ku 28 sal di serde derbas bûn, her ku diçe di nava gel de bi girseyî tê pîrozkirin. Li Kolan, tax, navçe û bajaran bi fîşekên hewayî tê pîrozkirin. Şahidên 15'ê tebaxê çavdêriyên xwe vegotin û diyar kirin ku ev roj ji bo wan pêngava vejîn û welidînê ye.
28 sal berê di 15'ê Tebaxê de PKK'ê çalakiye yekemîn a çekdarî dest pê kir û ev roj ji bo gelê kurd bû wekî roja vejînê. Şahidê wê rojê li rabirdûya 28 sal berê vegeriyan û ew roj vegotin.
Elî Ziravigî, bi gotina tecrîd û êşkence ji derveyî exlaqê mirovatiyê ye dest bi gotina xwe kir û got: "Ez beriya her tiştî, tecrîda li ser Rêber Apo şermezar û lanet dikim. Ez pêngava 15'ê Tebaxê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li hemû gelê Kurd pîroz dikim. Beriya Pêngava 15'ê Tebaxê mirov nikarîbû behsa hebûna gelê Kurd a civakî, siyasî û çandî bike. Ruhê Kurdayetiyê hatibû şikandin û tunekirin. Gelê me ew qas hatibû pelçiqandin ku dema behsa Kurd û Kurdayetiyê hatiba kirin; jê direviya û nêzikatiyên bi wî rengî di nav gel de dibû sedema bêbaweriyê. Beriya Pêngava 15'ê Tebaxê di sala 1983'yan de me hin gerîlla dîtin; wan xwe li herêmê didan nasîn. Behsa armanc û têkoşîna ku li Kurdistanê bidana dest pê kirin dikirin. Lê ya rast wê demê me ji wan bawer nedikir; me digot, 'Wê çawa wan Kurdên mirî ji nû ve hişyar bikin û baweriya têkoşînê bi wan bidin qebûlkirin?' Ji bo me pêngaveke wisa, wek xeyal dihat."
Elî Ziravigî li ser pêvajoyê jî rawestiya û wiha axivî: "Lê belê dema Pêngava 15'ê Tebaxê hat avêtin û ew çalakî pêl bi pêl li her deverê welat belav bû; di me de hêz û bawerî da çêkirin. Ez dikarim bêjim, ew xebera çalakiyê ji bo gel wek erdhejekê bû. Me digot, "Ma çawa dibe hêzek nû rabûye û têkoşîn dike, çalakiyek wisa li dar dixe û leşkerên Tirk dikuje?" Pêngava 15'ê Tebaxê di gelê Kurd de ruhek nû da ava kirin. Pêngava 15 ê Tebaxê, gelê Botanê ji xewê hişyar kir û cesareta berxwedanê di şexsê wan de da avakirin."
Elî Ziravigî behsa lêgerînên gel ên ji bo têkoşînê dike û bal kişand ser van walan. "Piştî Pêngava 15'ê Tebaxê û şûn de êdî lêgerîna me ya naskirina tevgerê pêş ket û em wek gelê herêma Botanê bûn sempatîzan û dildarê tevgerê. Ji bo gelê herêmê êdî sempatîzantî têrê nedikir û em wek welatparêz bi awayekî aktîf tevlî nav karê şoreşê dibûn. Gulleya yekem ku li Eruh û Şemzînanê hat berdan weke ku di dil û mejiyê me de hatibe berdan; em ji xewa bi hezar salan hişyar kir. Ji ber ku heya wê demê kesekê/î nikarîbû û newêrîbû behsa hebûna Kurdayetiyê bike, bi zimanê xwe biaxife, çanda bijî û straneke bi Kurdî guhdarî bike. 15'ê Tebaxê bi me re wêrekî, evîna jiyaneke nû û baweriya têkoşînê da avakirin. Pêngava 15' ê Tebaxê di heman demê de tê wateya ji nû ve vejîna çand û zimanê Kurdî."
'15 Tebaxê vejîna Kurdê Azad e'
Şahidê 15'ê tebaxê Ehmed Gabarî jî wiha got: "Tecrîda li ser Rêber Apo, ku ev saleke didome şermezar dikim. Bi wesîleya Pêngava 15'ê Tebaxê di serî de vê rojê li Rêber Apo û hemû gelê Kurd pîroz dikim." Ehmed Gabarî bal kişand ser çanda berxwedêr a tevgera azadiya gelê Kurd PKK'ê û wiha axivî: "Berxwedana Mazlum, Kemal, Xeyrî, Hakî û Elî Çîçekan a li zîndanên Tirkiye û Kurdistanê, bîr û baweriya gelê Kurd a serî rakirina li hemberê zilmê her roj zêdetir dikir. Êdî Kurdê mirî ji goristanan serî radikirin. Efsaneya berxwedana Amedê, roj bi roj li her deverê welat belav dibû û wê yekê jî bi gel re ruhê serhildêriyê dida avakirin. Pêngava 15'ê Tebaxê jî ji bo gelê Kurd bû hêz û cesareta serî rakirinê." Ehmed Gabarî li ser bandora çalakiya li Eruh û Şemzînanê rawestiya wiha pêde çû: "Pêngava 15'ê Tebaxê ne tenê di nav Kurdan de; her wiha li ser Tirkiye û dunyayê jî bandorek mezin da avakirin. Piştî Pêngava 15'ê Tebaxê û pêve gelê Botanê bi hemû îradeya xwe tevlî têkoşînê bû. Ne tenê li Botanê; li tevahiya Kurdistanê gelê Kurd îradeya xwe ya têkoşînê da nîşandan û erkên xwe yên welatparêziyê pêk anî. Kurd wek mirovê ku li ber mirinê bû, lê bi ruhê 15'ê Tebaxê ji nû ve vejiya. Ew pêngav wek dermanekî bû ku bikare birîna Kurd a bi salan e xwîn jê diherike, sax bike."
'Hebûna jinê ya di nav têkoşînê de hêz dida jina Kurd'
Welatiya bi navê Reqiya Çetîn jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Em li gund dijiyan û em bi zimanê Kurdî diaxifîn. Me ji derveyî zimanê Kurdî bi tu zimanên din nizanîbû; lê ji derveyî gund bi zimanê Kurdî axaftin ne gengaz bû. Bi Pêngava 15'ê Tebaxê re gelê Kurd ji aliyê civakî, siyasî û çandî destketiyên giranbuha bi dest xistin û êdî dikarin ziman û çanda xwe pêş bixin. Bi taybet ji bo jina Kurd ku hem ji aliyê pergalê û hem jî ji aliyê zilam ve dihat çewisandin; Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo wê wek ji nû ve hişyarbûn û rizgariyê bû. Ji ber ku jin êdî ne li malê; di nav her kar û barê siyasî, civakî û rêxistinkirinê de cih digirt. Bi taybetî hebûna jinê ya di nav şer de hêza têkoşînê bi jina Kurd da avakirin." Reqiya Çetîn axaftinên xwe wiha domand: "Beriya Pêngava 15' ê Tebaxê me navê şoreşgerên ku wek Apocî dihatin naskirin bihîstibû, lê me ew nas nedikirin. Dema dihatin gundê me, em ji tevger û axaftinên wan pir bandor dibûn. Ji me re behsa jinê û hebûna jinê ya di nav têkoşînê de dikirin; vê yekê jî li ser me bandoreke mezin çêdikir. Rojek ji rojên biharê sala 1983'yan bû, Heval Egîd hat gundê me; min wê demê nizanîbû Heval Egîd e; lê nîqaş û axaftinên Heval Egîd yên bi gel re tesîrek nenormal li ser gel dida çêkirin. Min ê Heval Egîd biriba malekê, dema em ketin rê; xwest ku ez bikevim pêşiya Wî û bimeşim. Lê min ew yek nepejirand û min xwest ku ew destpêkê bimeşe; wê gavê ji min pirsî, ka çima ez li pêş nameşim Min jêre got ku li gel me şerm e jin li pêş zilaman bimeşin; Heval Egîd ji wê axaftina min ecêbmayî mabû."
Çetîn bal kişand ser rastiya PKK'ê û wiha pêde çû: "Tiştên wê demê ji bo me wek xeyalan dihatin; lê em niha dibînin ku ew rastiyek bû ku me dijiya û pêk hat" û axaftina wiha didomîne: "Heval Egîd dema bi zilaman re rûdinişt û qala têkoşîn û şer dikir, ez ecêb dimam û min ji xwe re digot, 'Ew çi dibêjin? Ma çawa dibe ku li hemberî dewletê şer bikin?' Gotinên wan wê demê ji min re pir xerîb hatibûn. Lê ez niha baş fêm dikim ku her gotinek wan ne çîrok, rastiyek bûn." Çetîn bi wan gotinan dawî li axaftinên xwe tîne û dibêje: "Piştî demeke dûr û dirêj derbas bû; rojekê kesek ji gundekî nêzî me hat û pirsa hevserê min kir û ji min re got ku zû gazî bike da ku ez mizgîniya xwe bigihînim wî. Ew mizgîniya çalakiya Eruh û Şemzînanê bû. Pêngava 15'ê Tebaxê di dil û mejiyê me de ruhekî nû afirand."
'Me xwe bi berxwedana Kemal Pîran nas kir'
Mahmûd Îşlek jî bal kişand ser têkoşîna azadiya gelê Kurd û wiha axifî: "Ez bi ruhê pêngava 15'ê Tebaxê Rêber Apo silav dikim û dibêjim, ev roj li Rêbertî, tevgera azadiyê û tevahiya gelê me pîroz be. Beriya Pêngava 15'ê Tebaxê, her çi qas Kurd û Kurdayetî dihat naskirin jî, lê bawerî û têkoşînek ku bikare ruh bide gel nîn bû. Me tenê dizanîbû ku em Kurd in, lê mirov nikarîbû behsa tevger û rêxistinbûyînekê wê demê bike. Tevgerên heyî ku li Kurdistanê bi cih bibûn jî zêde nikarîbûn ji daxwazên gel re bibin bersiv û di demeke kurt de hatin tasfiyekirin. Lê tevî ku di wê demê de tevgera PKK'ê hîn nû xwe bi rêxistin dikir jî dengê berxwedana kadroyên tevgerê yên pêşeng ku li girtîgehan bilind dibû û paşê jî bi Pêngava 15'ê Tebaxê hişt ku gel bi awayekî xurt li tevgerê xwedî derkeve û vê yekê jî di gel de bîr û baweriyek mezin da avakirin."
Mahmûd Îşlek berxwedana kadroyên pêşeng ên PKK'ê, ji bo gelê Kurd wek rûpelek nû ya dîrokî nirxand û got: "Behsa berxwedana kadroyên pêşeng ên tevgerê wek Kemal pîr, Xeyrî û Mazluman ku li Zîndana Amedê de li hemberî zilmê serî rakiribûn li her deverê welat belav dibû. PKK, xwedî bîrdozî û tevgerek wisa bû ku jiyanek ji tunebûnê ji nû ve afirand. Bi Pêngava 15'ê Tebaxê re ew bîr û baweriya gel gihişt astekê ku êdî ji bo her tiştî dikare canê xwe feda bike. Ji ber ku PKK, navê heqîqeta ji nû ve vejînê bû."
(mae)