15ê Tebaxê Pîroz Be!..
Roja vejîna gelê kurd 15ê Tebaxê li gelê kurd û mirovahiya pêşverû pîroz be!
Li ser vê mîladê gelek tişt hatin gotin û dê gelek tişt hîn bêne gotin û nivîsîn. 15ê Tebaxê û lehengê wê fermandarê nemir Egîd, hîn di pengavên pêşîn de, di nava gelê kurd de bûne efsane û mîtek. Îroj êdî hemû cîhan bi vê efsaneyê, lehengên wê û bandorên wê yên mezin, yên li ser bi taybet gelê kurd û Rojhilata Navîn û her wiha mirovahiya pêşverû, pir baş dizanin. Ji lewre ye ev tirs û ev lerz. Lê tirs rîş e, rîşa mirovxur e, xwediyê xwe dixwe.
Roja vejîna gelê kurd 15ê Tebaxê careke din li gelê kurd û mirovahiya pêşverû pîroz be!
Di rojeke wiha grîng û dîrokî de, Rojnameya Azadiya Welat ku di dîroka çapemeniya kurd de cî û roleke gîrng û dîrokî digire û dilîze jî, dîsa bi biryareke dîrokî, di 15ê tebaxa sala 2008an de dest bi weşana xwe ya rojane kir û ev çar sal in ku li gel hemû zext, zor û astengiyan jî, bi serbilindî weşana xwe didomîne. Em Rojnameya Azadiya Welat û hemû xebatkar û kedkarên rojnamê jî ji dil pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.
Amîda Kurd