1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "1621 girtî jiyana xwe dest dan"
"1621 girtî jiyana xwe dest dan",1621,girtî,jiyana,xwe,dest,dan

"1621 girtî jiyana xwe dest dan"

Wezîrê Dade: Di salên 2003-2012 de hezar û 621 girtî jiyana xwe dest dan

A+ A-

Wezîrê Dade Sadullah Ergîn, aşkere kir ku di nav sal ên 2003-2012 de li girtîgehan hezar 621 girtiyan jiyana xwe dest da û got hijmara girtiyên nexweşiya pençêşerê 49 ye.

Wezîrê Dade Sadullah Ergîn bersiva pêşniyaznameya pirsê ya ji aliye Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu ve derheqê girtiyên li girtîgehan jiyana xwe dest dan, bersivand. Ergîn, da zanîn di nav salên 2003-2012'an de hezar û 621 girtiyan jiyana xwe dest dan û ji bo 682 bûyerên mirinê bi tevahî derheqê 728 personelan de lepirsîna adlî û îdarî hatiye vekirin. Ergîn, bilêv kir ku 544 personelên rasta lepirsînê hatiye vekirin doz venebûn.

Ji 24 gulanê 2012 pevê 57 girtiyên nexweşê pençêreşê serbest hatin berdan. Wezîrê Dade, îdîa kir ku ji van girtiyên jiyana xwe dest dan 252 girtî bi ecelê xwe mirin, 31 girtî întîhar kir 1 girtî jî hate kuştin.

(dt/mae)


Bêjeyên Miftehî