1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 171 zarokên Kurd hatin qetilkirin
171 zarokên Kurd hatin qetilkirin,171,zarokên,kurd,hatin,qetilkirin

171 zarokên Kurd hatin qetilkirin

Di dema AKP’ê de 171 zarokên Kurd hatin qetilkirin

A+ A-

Bi boneya 4’ê Hezîranê Roja Zarokên bê Guneh ên Qurbana Pevçûnan a Navneteweyî, komîsyona zaroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji roja ku AKP hatiye ser desthilatiyê heta îro 171 zarokan jiyana xwe ji dest dane. ÎHD’ê di daxuyaniyê de wiha got: “desthilatiya ku di van rojên dawî de çarçoveya pirsgirêka kurtajê, îdia dike ku mafê zarokên zikê dayikê diparêze. Lê tişta balkêş ew e ku li herêma me gelek zarok ji aliyê hêzên artêşa tirk ve tên qetilkirin û behsa mafên wan nakin.”

ÎHD’ê berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Di lîteratura Navnetewî de li gorî xala 6’emîn a Peymana Mafê Zarokan a NY’ê wekî qanûna zarokan hatiye qebûlkirin wiha tê gotin; 1-Dewletên Alîgir qebûl dikin ku her zarok xwedî mafê jiyanê ne, 2-Dewletên Alîgir ji bo ku zarok li jiyanê bimîne û pêş ve biçe, hewld dide.’ Kesayetiya zarok din av malbatê de, di atmosfera feraset, hezkirin û kêfxwşiyê de bi awayekî rêk û pêk dikare pêk were. Li tu derê nayê beshkirin ku ev pêşveçûna zarokê bi şer pêk tê. Ligel ku em dizanin şer bandoreke pir xerab li ser zarokan dike jî, ji bo jiyana zarokan li bersivan digerin, gelo hewcedarî bi vê heye? Mixabin tespîtên şer li derê hene. Encama serê xirab ya ku li her derê tê meşandin, zarokan jî digire nava xwe. Bandora şerê qirêj wekî lekeyekê di jiyana mirovan de dimîne.”

ÎHD’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di pêvajoyên şer de mayîn û teqemeniyên k udi bin erdê de mane rê li pirsgirêkan vedike û wiha got: “Bi sedan kes, dema sewalên xwe diçêrînin, dema çandiya xwe dikin an jî dema zarok dilîzin bi çekan tên kuştin.”

DI DEMA AKP’Ê DE 171 ZAROK HATIN QETILKIRIN?

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li herêmê herî zêde nifşa ji şer bandor dibin zarok in û wiha hat gotin; “Em careke din dixwazin bi bîr bixin ku di sala par de li gundê Roboskê yê navçeya Qilabana Şirnexê di encama bombebarana balefirên şer de 34 gundiyan jiyana xwe ji dest dan û ji nîviya vana zêdetir jî zarok bûn. Gava em li daneyên komeleya xwe dinêrin, di sala 2011 de 33 zarok bûn qûrbanên pevçûnên li herêmê. Dîsa ji sala 2002 a ku AKP hat ser desthilatiyê û vir ve, 171 zarok jiyana xwe ji dest dane. Di nava 24 salan de ango ji sala 1988’ê ve 552 zarok ji ber sedema pevçûnan jiyana xwe ji dest dane.”

KUJER NAYÊN DARIZANDIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev îstatîk tabloyeke pir metirsîdar tînin ber çavên me û wiha hat gotin ku desthilatiya ku îro di çarçoveya “kurtajê” de îdîa dike ku ew mafê zarokên hîna di zikên dayîka xwe de diparêze, lê behsa mafên bi dehan zarokên ku li herêma me ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi zanebûn hatin kuştin nake. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Em dixwazin li vir vê bipirsin; Gelo çend kujerê 552 zarokên hatin qetilkirin hatin darizandin û ceza li wan hatiye birîn? Mixabin em nikarin bersiveke erênî bidin vê pirsê. Ji ber ku kujerên zarokên me dikujin, bi awayekî tên parastin.”

ANF NEWS AGENCY