![17 leşker hatin girtin,17,leşker,hatin,girtin](https://wene.amidakurd.net/mod_haber/1731iJbm.jpg)
17 leşker hatin girtin
17 leşker ji ber înfaza li Ebexê hatin girtin
![Reklam](https://templates.amidakurd.net/templates/kurd/static/ads/EziditiDiveMirovRastiyaWeLiKuBigere300x250.jpg)
Piştî 2 sal û 7 meh di ser lêpirsîna bûyera 3 sal berê li Wanê ya ku 2 endamên HPG'ê û xwendekarê lîsê Îbrahîm Atabay hatin înfazkirin Serhengeke teqewîtbûyî, serdarek, serpêlek, berbazek û 13 çawişên pispor hatin girtin.
Li gundê Kêlê yê navçeya Ebexê ya Wanê di 7'ê çotmeha 2009'an de xwendekarê lîsê Îbrahîm Atabay û endamên HPG'ê Sunullah Kesercî (Sîpan) û Necmeddîn Ahmed Hasan (Necmî Afrîn) hatibûn înfazkirin. Têkildarî bûyerê de leşkerekî nameya şand û piştî nameyê lêpirsin hate destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de der heqê rayedarên leşkerî de biryara girtinê hate dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de Fermandarê Alya Cendirmeyan a Wanê Serheng Vecîhî Halîl Îyîgun ê teqawîbû û leşkerên muvuzaf, Alîkarê Fermandarê Tabura Tevgera Taybet a Cendiremeyan ê wê demê Serdar Hakan Başakligîl, Serpêl Muhlîs Çolak, Berbaz Kabîl Tanyelî û çawişên pisporê yên di tîma Tevgera Taybet a Cendirmeyan de cih digirtin ên bi navê Îsmaîl Taşdemîr, Hasan Kaya, Unal Demîrbaş, Hasan Emîr, Mustafa Kupelî, Abdulkadîr Karaca, Abdulmutalîp Ateş, Mustafa Perpîl, Mehmet Kocaboga, Hamza Çelîk, Huseyîn Guzel, Mevlut Mete û Ozgenç Soylu li Dozgeriya Erdîşê îfade dan û piştî îfadeyan sewqî Dadgeha Sulh Ceza hatin kirin bû sûçdariya "Bi zanebûn mirov kuştin" hatin girtin.
Leşker îtîraf kir
Ji leşkerên tevlî înfaza li nêzî gundê Kelê bû ji Serdozgeriya Komarê ya Bi Rayeya Taybet ê Wanê re name şand û înfaz wiha vegot: "Ez wekî kesekî tevlî operasyona li gundê Kelê bûm ji we re bûyerekê vebêjim he di aliyê wijdanî û hem jî di aliyê zagonî de ji xwe re peywir dibîn im. 2 'terorîstan' li mala M.E.A kurê wî ji bo ji leşkeran xelas bibin li cem xwe girtin û reviyan. Em ew şopandin. 2 kîlometre dûrî gund me ew asteng kirin. Fermandarê Cendirmeyan ê Xebexê Serpêl Murat Yildirim ê ku operasyon rêvedibir bi megafonê banga teslî bibin kir. Wan jî destên xwe danîn ser serê xwe teslîm bûn. Em razandin erê û em li benda Serheng Vecîhî Halîl Îyîgun man. Piştî Serheng Iyîgun hate cihê bûyerê komandoyên 3 kes teslîm girtin xwest ku pave bên kişandin. Pişt re ferman înfazê da Tîmên Taybet ên Cendirmeyan ên bi xwe ra nîn da. Bi çekan 3 kesên 50 metre ji me dûr kuştin. Iyîgun, terorîstên me sax girtin û pişt re kuştin mi me re bi axaftina 'Ev çiya ji me tên pirsîn. Ez we pîroz dikim. Van 'terorîstan' gelek mal şewitandin û gelek can şewitandin. Me gelek caran ev ji destê xwe revandin. Heke ev çûbûn girtîgehê dê derketinban û çareke din çûban çiyayan' aşkere kir."
Îfed û nameya îxbarê li hev hatin
Piştî nameya leşker ji Serdozgeriya Komarê ya Wanê re şand par di meha îlonê de îfadeyên hinek leşkeran girtin. Tiştên leşkeran gotin û tiştên di nameyê de hatin nivîsandin li hev hatin. Li gorî îfadeyan piştî bûyerê Serheng Iyîgun li cihê bûyerê lêgerîna wişandina dîmenan kir. Îfedeyên leşkerên şahid 3 kes bi ferman Iyîgun ji aliyê tîmên taybet ên cendirmeyan ve hatin înfazkirin piştrast kirin. Di dosyaya dozgeriyê de kesên hatin kuştin pişt re çek dan destê wan û nêrîna peçvûn qewimî danê. Di biryara dozgeriyê de hate diyarkirin ku Serheng Iyîgun piştî bûyerê hate cihê bûyerê û tu girtek nîmaza negirtin û xwest ku bûyerê veşêre. Di biryarê de 2 HPG'î û welatiyek sivîl bêyî parastina rewa bê zagonî kuştin.
Çi qewimî?
Li gundê Kelê yê navçeya Ebexê ya Wanê di 7'ê cotmeha 2009'an de leşkeran bi ser gund girt û 2 endamên HPG'ê û xwendekarê lîsê Îbrahîm Atabay piştî saxî girtin ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfazkirin. Şaxa ÎHD'ê ya Wanê piştî bûyerê li cihê bûyerê lêkolîn kir û di rapora amade kir de piştî îfadeyan 3 kes hatin îfazkirin aşkerkiribû. Malbatan piştî bûyerê li cihê bûyerê ji bo 3 kesan gor çêkir lê leşkeran bi operayonekê gor hilweşandin.
(bd/mae)