1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 17 mijdarê roja berxwedana topyekun hat ragihandin
17 mijdarê roja berxwedana topyekun hat ragihandin,17,mijdarê,roja,berxwedana,topyekun,hat,ragihandin

17 mijdarê roja berxwedana topyekun hat ragihandin

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê diyar kir ku “hişmendiya faşîst” a desthilat çareseriyê nayne û roja 17’ê mijdarê weke roja “berxwedana topyekun” ragihand.

A+ A-

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê diyar kir ku “hişmendiya faşîst” a desthilat çareseriyê nayne û roja 17’ê mijdarê weke roja “berxwedana topyekun” ragihand. Înîsiyatîfa Gel bang li Kurdan kir ku sîstema perwerde û dadgehên dewleta Tirk red bikin û bê fonksiyon bihêlin

Greva birçîbûnê ya girityên Kurd ket roja 65’emîn. Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê derbarê grevê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Asta ku berxwedana mezin a zindanan gihiştiye û bandora ku afirandiye derfetên ku dê bikarin Rêbertiyê azad bike û Kurdistanê bike xwedî statu, bi xwe re tînin.”

DÊ HEMÛ SAZIYÊN MÊTÎNGERIYÊ BIBIN HEDEF

Înîsiyatîfê got: “Serhildana ku ji aliyê gelê me û dostan ve li gel berxwedana zîndanan tê pêşxistin gihiştiye astekê. Lê ev yek nîşan dide ku me armanca xwe ya sereke pêk neaniye. Ji ber wê jî mezinkirin, berdewamkirin û radîkalkirina serhildanan dê me bigihîne serkeftineke mîsoger. Tenê yekane rêya ku dê azadiyar Rêber Apo û azadiya Kurdistanê bixe bin ewlehiyê heye ew jî serhildan e.”

Înîsiyatîfê bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên der barê cezayê îdamê de û got: “Kujerê Kurdan Erdogan dixwaze cezayê îdamê bîne rojevê û bi vî awayî Kurdan bitirsîne û biçewisîne. Jixwe di bingehê kiryarên dewleta faşîst a Komara Tirk-AKPê de îdam û qirkirina Kurdan heye.”

Înîsiyatîfê destnîşan kir ku divê neyê jibîrkirin ku dema cihê wê hat dê bi milyonan bibin fedayî û da zanîn daxwazên girtiyan daxwazên mirovahî ne û got: “Ger mirov ji hişmendiya faşîst a ku van daxwazan nabîne çareseriyê hêvî bike, ev yek ehmeqiyek mezin e.”

Înîsiyatîfê ragihand ku ji bilî berxwedanê tu alternatîkfek din nemaye û bal kişand ser polîtîkayên asîmlasyonê yên dewleta Tirk. Înîsiyatîfê ev bang kir: “Divê pêvajoyê de ger kadroyên me, welatparêzên me û gelê me yê li her derê bi zimanê xwe yê zikmakî neaxive, wê demê hêviyê dide mêtîngerî û polîtîkayên asîmlasyonê yên li hemberî xwe. Dîsa ger li aliyekê daxwaza zimanê zikmakî bikin, li aliyeke din xwe bi dibistanên mêtîngeriyê ve girêbidin, ev yek ne helwestek di cih de ye. Lê ji bo her kurdek dibistanên TC (komara Tirk) a mêtînger cihê dejenerekirinê ye.”

DIVÊ SAZIYÊN FETHULLAH GULEN JI SER AXA KURDISTANÊ BÊN AVÊTIN

Înîsiyatîfê bang li gelê Kurd kir ku vê mufredada perwerdehiyê bi hêrs û nefret red bikin û dersxane û wargehên Fethullah Gulen weke cihên “ajankirin û biçûkxistinê” bi nav kir. Înîsiaytîfê xwest ku divê ev sazî hedef bên girtin û koka wan bê qelandin û got: “Divê ev sazî bi temamî ji ser axa Kurdistanê bêne avêtin.”

DIVÊ DADGEH BÊ FONKSIYON BÊN HIŞTIN

Însiyatîfa Gelê Kurdistanê xwest ku dadgehên rejîma Tirk bêne redkirin û got: “Divê gelê me li her bajar, navçe, tax û gundan saziyên xwe yên edaletê saz bikin û dadgehên dewletê bê foknsiyon bihêlin. Divê em êdî bacê nedin dijminê xwe, divê em bidin Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku temînata hebûn û azadiya me ye.”

Înîsiyatîfê bal kişand ser helwdanên ji bo destwerdana li çalakiyên greva birçîbûnê û bang li hemû gelê Kurdistanê kir ku li hemberî hemû êrîş û mudaxeleyên li hemberî berxwedana zîndanan hişyar bin. Înîsiyatîfê got; “Divê em li hemberî mudaxele û şehadetên ku em nikarin qebûl bikin, helwestek wisa bigirin ku em mêtîngeriyê ji Kurdistanê bigirin û biavêjin, û qiyametê rabikin.”

17’Ê MIJDARÊ ROJA BERXWEDAN TOPYEKUN

Însîiyatîfê diyar kir ku ger gelê Kurdistanê dê bi mezinkirin û bilindkirina serhildan û raperînan bigihe endamê û got: “Hemleya herî dawî ya ku dê dijmin bin bixe teqez serhildan e” û wiha pê de çû: “Em weke gelê Kurdistanê 17ê Mijdara 2012 roja şemiyê weke roja berxwedana topyekun îlan dikin. Gelê Kurdistanê çawa 30ê cotmehê jiyanê rawestand û serhildanê mezin kir, 17ê mijdarê roja şemiyê jî divê serhildanên bêdem û bêdor li dar bixe.”

Înîsiyatîfê da zanîn ku dê serhildana berdewam teqez gelê Kurdistanê bigihîne serkeftin û çareseriyê û got: “Banga me ya ji bo hemû daziyên demokratîk û welatparêz ên Kurdistanê: Divê roja 17ê mijdarê roja berxwedana topyekun hemû berpirsyartiyên xwe yên mezin ên wijdanî û exlaqî bi cih bînin, divê pratîka berxwedanê bi rêxistin bikin û bibin pêşengên wê. Divê gelê me ji heft salî heta heftê salê 17ê mijdarê roja şemiyê, cihê xwe di serhildanan de bigirin. Divê hemû esnafên me derabeyên xwe dabixin, xwediyên wesayitan kontakan bigirin, karkerên me neçin kar û tevlî serhildanê bibin. Divê ciwan, karker û jin bi reng û berxwedana xwe serhildanê bicoşînin. Divê hemû ciwanên Kurdistanê roja 17ê mijarê cihê xwe di serhildanê de bigirin û her derê li dijminan bikin dojeh. Divê hemû saziyên me yên demokratîk li Kurdistan û metropolan, hemû xebatkar û welatparêzên me ew e ku banga me esas bigirin, li gorî wê plansaziya xwe deynin û pratîze bikin.”

ANF NEWS AGENCY