181 binçavî û 100 girtin
Bîlançoya Hefteya mafên mirovan: 181 binçav 100 girtin
MUTHA ÇETİN Li Tirkiyeyê di hefteya mafên mirovan de binçavkirin û girtin derketin asta herî jor. Li gori dane û qeydan di hefteya mafê mirovan de 181 kes hatin binçavkirin û 100 kes hatin girtin.
Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan piştî Şerê Diduyan yê Cîhanê di 10'e kanûna 1948'an de 64 sal berê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatibû qebûl kirin, li seranserê dinyayê tê pîroz kirin. Li Tirkîyê jî li şûna pîrozbahiyan kurd bi girin û binçavkiran di hefteya mafên mirovan de hişyar dibin. Li Tirkiyeyê di hefteya mafên mirovan de operasyon li ser operasyonê pêk hat. Di opeasyonên bi navê KCK'ê pêk hatin de bi tevahî 181 kes hatin binçavkirin û 100 kes hatin girtin. Operasonên bi navê KCK'ê ku li dijî siyasetmedarên kurd di 14'ê Nîsana 2009'an de dest pê kirin di hefteya mafên mirovan de derketin asta herî jor. Bi taybetî îsal di hefteya mafên mirovan de li Stenbol, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Dêrsim, Riha, Edene, Mêrsîn û Amedê li dijî endam û rêveberên BDP'ê operason li ser operasyonê pêk hatin. Di opekasyonên bi navê KCK'ê pêk hatin de 181 kes hatin binçavkirin û 100 kes hatin girtin.
Hefteya mafên mirovan bi girtin û binçavkirinan berdewam kir
Di 8'ê kanûnê de bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê li Êlih, Sêrt û Mêrdînê polîs û leşkeran bi ser gelek malên saziyên kurdan û rêveberên BDP'ê de girtin. Di serdegirtina malan de 87 kes binçavkirin û piştre 39 kes serbest berdan û 48 kes jî bi îdîaya "Endamên KCK'ê ne" hatin girtin.
Di 11'ê kanûnê de li Dêrsimê bi heman rengî li Dêrsim û navçeyên wê bi ser gelek malên endam û rêveberên BDP'ê û şaredariyê de girtin. Di serdegirtina malan de 15 kes binçavkirin û ji 15 kesan 13 kes li Dadgeha Meletiye hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Meletiye.
Di 11 'ê kanûnê de li Riha, 6 li Mêrsînê 5, li Edeneyê 11 kes binçavkirin. Ji 15 kesên li Dêrsimê 13 kes, li Mêrsînê 2 kes, li Rihayê 6 kes û li Edeneyê jî 5 kes hatin girtin. Li Amedê di şermezarkirina kuştina Aydin Erdem de Şevin Batu û Ozgu Torun hatin girtin.
Endamê Meclîsa Gişti ya Wanê Senar Elter û endamê meclîsê Adîl Adiyaman, di 13'e kanûnê de hatin girtin.
Di 10'e kanûnê de li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û di serdegirtina malan de jê 5 zaro 17 kes hatin binçavkirin û di navde nûçegîhana Evrenselê Sadiye Eser jî heyî 6 kes hatin girtin. Bi girtina Sadiye Eser re girtina rojnamegeran derket 72 kesan.
Li navçeya Yildirim a Bûrsayê polîsan bi ser malan de girt u ji 10 welatiyan 2 kes hatin girtin.
Di 8'ê kanûnê de li navçeya Bahçelîevler, Yenibosna 75. Yılê li dijî navenda polîsan êrîş pêk hat. Pişti êrîşê Nebiha Arici hate binçavkirin. Endamên TAYAD'ê ku ji bo tenduriustiya Arici fêm bikin çûn ber nexweşxaneyê 2 rojan rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di mudaxaleyan de 27 endamên TAYAD'ê hatin binçavkirin û jê 14 kes hatin girtin.
(mae)