182 hezar şehîdên Enfalê hatin bibîranîn
182 hezar kurdên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
KELAR (DÎHA) - 182 hezar kurdên ku di enfalê de hatin qetilkirin di 25'emîn salvegera enfalê de li Bajaroka Rizgarî ya Kelarê bi merasimekê hatin bibîr anîn.
Li Bîrdariya Goristanê ya Bajaroka Rizgariyê ya Kelarê ji bo bîranîna 182 hezar kurdên ku di sala 1988'an de ji aliyê rejîma Saddam ve hatin qetilkirin merasima bîranînê hat lidarxistin. Girseya ku çûn Bajaroka Rizgarî wênyên kesên di Enfalê de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin û li ber bîrdariyê kom bûn. Bi hezaran mirovên li ber Bîrdariya Goristanê kom bûn, mersim pêk anîn. Bi hezaran kesan cilên reş li xwe kirin û li navçeyê şînek hebû. Di 25'emîn salvegera komkujiyê de biranîna 182 kesan hat kirin û berpirsiyarên enfalê hat şermezarkirin. Di bîranînê de peyamên partiyên siyasî hatin xwendin. Serokê Komeleya Parastina Şehîdên Enfalê ani ziman ku salên berê bi awayekî fermî û partiyên PÇDK û RJAK'ê bîranîn pêk dianîn û îsal hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî li ser ruhê neteweyî vê enfalê bi bîr tînin û li dijî komkujiyê dengê xwe dikin yek. Merasim dê heta êvarî berdewam bike.
(mae)