18 ciwanên ji Başûr li Sûriyê hatine kuştin
09:53 13.01.2014
HEWLÊR (DÎHA) – Îro ciwanekî din ê ji bajarokê Helebce yê Herêma Kurdistanê, li Sûriyê hat kuştin. Bi vî awayî di nava vê heftiyê de ciwanê duyemîn ê ji Helebceye li Sûriyê tê kuştin.
Li gor nuçeya malpera Durbîn a nêzî emîrê berê yê Rêxistina Ensar el-Îslam Mele Kirêkar, îro li nêzî bajarê Qamişlo yê Rojava ciwanekî kurd ê ji Helebce hat kuştin. Bi kuştina vî ciwanî, di sala nû de ciwanê duyemîn ê ji Helebceye li Sûriye û Rojava tê kuştin. Navê wî ciwanî Merwan Salih Helebceyiye û bi nasnavê Ebu Telhey Kurdî dihat naskirin. Ligel ciwanê bi navê Raber Helebceyî despêka Remezana sala 2013’an çûbûn paytexta Sûriyê Şamê. Merwan Salih sala 1992’an ji dayîk bûye. Merwan Salih endamê rêxistina Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê ye. Li gor wê malperê di şerê ligel artêşa Sûriyê de hatiye kuştin. Malpera Durbîn di nûçeya xwe de wiha dibêje: “Merwan û Raber bi hev re çûn Şamê. Tenê du roj di navbera şehîdbûna herdu ciwanan de heye.” Bi kuştina herdu ciwanan, hêjmara ciwanên kurd ên ji Herêma Kurdistanê ku li Sûriye û Rojava hatine kuştin, gihişt 18’an. Piraniya wan jî ji bajarê Helebce ne. Li gor daneyên fermî yên qeymiqamtiya Helebce, zêdetirî 30 ciwanên ji Helebce bi navê ‘Cîhadê’ çûne Sûriyê. Herwiha li gor daneyên fermî yên rayedarên Herêma Kurdistanê jî zêdetirî 220 ciwan ji Herêma Kurdistanê bi navê ‘cîhadê’ çûne Sûriyê.
(mt/mae)