1'emîn Lijneya Civata KCD'ê dest pê kir
AMED (DÎHA) - 1'emîn Lijneya Civata Giştî ya Asayî ya KCD'ê ya piştî kongreya di meha îlonê de li dar xistin dest pê kir. Di civînê de tiştên hatin kirin û dê di pêvajoya bê de çi bikin bên nîqaşkirin.
1'emîn Lijneya Civata Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a piştî kongreya xwe ya di meha îlonê de li dar xist ji bo xebatên kirin û pêvajoya pêşiya wan de dê çêbikin nîqaş bikin û hinek guherînan pêk bînin dest pê kir. Civîn dê du rojan li Navenda Çandê ya Ciwanan a Cergerxwîn a Şaredariya Peyasê berdewam bike û bi tevlîbûna piraniya delegasyonê dest pê kir. Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna, wekîlên HDP'ê, hevşaredarên DBP'ê û gelek kesên din tevlî civînê bûn.
Di salona civînê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyê Şervana YPJ'ê Arîn Mîrkan a ku li Kobanê çalakiya fidaî li dar xist hatin daliqandin. Di salonê de pankartên kurdî, ermenî, suryanî û tirk ên "Bi jina azad ber bi neteweya demokratîk ve", "Bi şîara Kurdistana xweser em di çarçoveya neteweya yekîtî de li hev tên" û "Serokatiya azad, Kurdistana azad" hatin daliqandin.
Dê di peymana KCD'ê de guherîn bên kirin
Piştî axaftinên Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak dê pêvajoya siyasî bên nirxandin, rapor bên xwendin û dê di Peymana Giştî ya KCD'ê de guherîn bên kirin û dê giştînameyên têkildarî xebatên komîsyonan de bê xwendinan berdewam bike.
Li bendêne ku di civînê de Dîwana Edaletê bê guherîn û veguherînin Lijneya Îcrayê.
(bd/wk)