1. Konferansa Elewiyên Kurdistanê
1. Konferansa Elewiyên Kurdistanê îro li Amedê civiya
1’mîn Konferansa Elewiyên Kurdistanê di bin pêşengtiya KCD de îro destpê dike. Dê di konferansê de pirsgirêk, daxwaz, xeta tekoşîna hevpar ya ava bikin ya Elewiyên li Kurdistanê û pêvajoya dîrokî dê were destgirtin.
1’mîn Konferansa Elewiyên Kurdistanê di bin pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û bi piştgiriya Federasyona Elewiyên Demokrat, Komeleya Elewiyên Azad û Demokratîk, Şaxa Amedê ya Komeleya Pîr Sultan Ebdal îro ji bo du rojan destpê dike.
Di konferansê de dê hebûna Elewîtiyê di Kurdistanê de ku baweriyekî dîrokî yê kevne pêvajo û pirsgirêkên jiyayî dê bêne nîqaşkirin de, dê pirsgirêk, daxwaz, avakirina tekoşînek hevpar ya Elewiyên li Kurdistanê û her wiha dê pêvajoya dîrokî bêxin rojevê.
Elewîtî ku di Rojhilata Navîn de berxwedan û felsefeya gelane, dê di konferansê de balê bikişînin ser sedemên wê yên civakî, dîrokî û baweriyê.
Konferansa ku dê gelek pîrên Elewî û nûnerên saziyan dê tevlîbibin programa wê wiha ye:
ROJA YEKEMÎN
09.00 Axaftinên Vekirinê: Pîr Gulbang, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, Hevserokê KCD Aysel Tûglûk û ji Dîwana Serokatiya KCD Nûrhayat Altûn
10.30 Koka Elewiyan û Pêvajoya Dîrokî. Rûniştina Yekem: Moderator: Adnan Ozdemîr: Beşdarvan: Prof. Dr. Celîlê Celîl, Erdogan Aydin (Dîrokzan) û Necdet Saraç (Dîrokzan)
12.15 Di Elewîtiyê de Ocaktî, Pîrtî, Dayîktî, Îbadet rûniştina duwemîn: Moderator: Engîn Guduk: Huseyîn Gazî Metîn (Pîr), Pîrî Er (Lêkolîner-Yazar) û Dr. Dilşa Denîz
14.30 Di Elewîtiyê de bi zimanê dayîkê îbadet, rê, erkan û ritual rûniştina sêyem: Moderator: Cafer Kolûman: Axaftvan: Hasan Kilavûz (Pîr), Ezîz Guler (Pîr), Zeynel Dede, Performansa Zindî Kirmanckî, Alî Sîzer, Performansa Zindî, Kurmancî.
16.10 Di baweriya Elewî Kizilbaşê de têkiliyên bi Nusayrîtî, Bektaşî, Caferî, Şîatî û Yeresantiyê rûniştina çarem: Kakşar Oremar: Axaftvan: Dr. Golmorad Muradî, Felaketîn Kakeyî (Wezîrê berê yê Çandê yê Başûrê Kurdistanê), Hasan Harmamci (Nivîskar).
ROJA DUWEM
10.00 mijara Di demê Komarê de Komkujiyên li ser Elewiyan û texrîbatên çêkirine, rûniştina yekem: Moderator: Dr. Irfan Açikgoz: Axaftvan: Mehmet Bayrak (Lêkolîner-Nivîskar), Erdal Yildirim (Lêkolîner-Nivîskar), Alîkar Doçent Şukru Aslan
11.40 mijara, Di Sererastkirina Makezagonê de cihê Elewîtiyê û Xweseriya Demokratîk, rûniştina duwem: Moderator: Hatîce Altinişik (HDK), Çîlem Oz (Nivîskara Rojnameya Dêrsimê), Demîr Çelîk (Parlementerê BDP’ê yê Mûşê), Ayhan Bîlgen (Rojnamevan) û Abbas Kiliçoglû (Sosyolog).
14.00 Di Yeketiya Netewî de Rolê Elewiyan, rûniştina sêyem: Moderator: Ergîn Dogrû: Axaftvan: Alî Koyluce (FEDA), Kemal Bulbul (PSAK), Îmam Balsever (DOAH), Kîbriye Evren (Endama MP-Meclisa Jinan ya BDP’ê)
15.30 Deklarasyona Encamê û Girtin
16.00 Li Cemxaneya Pîr Sultan merasima cemê