1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 1. Konferansa Jinên Êzîdî
1. Konferansa Jinên Êzîdî,1,konferansa,jinên,êzîdî

1. Konferansa Jinên Êzîdî

A+ A-

HANNOVER 21.01.2014 09:38:35 Jinên Êzdî yên li Ewropayê dijîn, di Yekemîn Konferansa Jinên Êzdî de tên cem hevm. Konferans dê diyariyê Binevş Angal û her sê jinên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin bê kirin.

Li bajarê Hannover a Almanyayê di 25’ê Çile de Yekemîn Konferansa Jinên Êzdî pêk tê. Konferans ji bo bîranîna Bînevş Agal (Berîvan) kudi 19’ê Çileyê 1989’an de di qadên têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da û her sê jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk tê.

Komîteya amadekariya konferansê der barê naveroka konferansê de agahî da.

Li gorî vê di beşa yekemîn de cihê jinan û civaka Êzdî ya di dîroka kurdan de, têkoşîn û pirsgirêk û komkujiyên ku jin pê re rû bi rû mane dê bê dest girtin.

Di vê beşa konferansê de perspektîfa Rêberê Gelê Kurd ya Civaka Êzdî û jin dê bê xwendin.

Parlamentera Qersê Mulkiye Bîrtane di konferansê de bi mijara ‘Ji Ewropayê vegera gund û li Kurdistana Azad a Demokratîk cihê jinên Êzdî’ axaftinekê bike. her wiha dê peyama endama Koordînasyona KJB’ê Sozdar Avesta bi dîmen bê dayîn.

Nûnera Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê jî dê mijarê wekê, qelend, zewaca zû, pir zewacî, şîdeta li dijî jinê û veqetîna jiên ciwan yên Êzdî hat dest girtin.

Di beşa duyemîn ya konferansê de modelên rêxistibûna jinên Êzdî û riyên çareseriyê dê bê nîqaşkirin.

100 delege û 30 mîvan dê tevli konferansê bibin û dê Meclisa Jinan a Êzdî ya Almanyayê bê îlankirin. Konferans dê li Zanîngeha Hannover di navbera 10.00-18-00’an de pê bê.

Navnîşandan: Welfengarten 1, 30167 Hannover

Ji bo têkiliyê: [email protected]


Bêjeyên Miftehî