1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 1. Mihrîcana Fîlman a Amedê
1. Mihrîcana Fîlman a Amedê,1,mihrîcana,fîlman,a,amedê

1. Mihrîcana Fîlman a Amedê

Amadekariyên 1. Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê dest pê kir

A+ A-

Amadekariyên 1'emîn Mihrîcana Film a Amedê ya dest pê kir. Mihrîcana ku di 22- 28'ê cotmehê de pêk bê armanc dike ku di rojhilata navîn de sînemaya kurd bigîne astek bilind.

Komeleya Akademîya Sînemaya Rojhilata Navîn, di navbera 22-28'ê Cotmehêde dê 1'emîn Mihrîcana Filîmên Amedê pêk bîne. Komeleya Akademiyê ji niha de dest bi amadekariyên mihrîcanê kir. Endamê Komeleya Akademîya Sînemaya Rojhilata Navîn Îbrahim Yildirim, diyar kir ku ew beşdarî Mihrîcana Belgefîlma Filmamedê jî bûn û wiha got: "Me dît ku bi tena serê xwe belgefîlm û sînema têr nakin. Ji ber vê yekê em li mihrîcanên alternatifên cuda geriyan. Piştî nişaşan me biryar da ku em 1'emîn Mihrîcana Filîmên Amedê ya Neteweyî û Navneteweyî pêk bîne."

Yildirim, da zanîn ku dê pêşbirga belgefîlman ji berhemên navneteweyî, neteweyî, belgefîlmên kurd û dirêj kom bikin û wiha axivî: "Em sînemavanên kurd ji bo di rêça paradîgmayek civakî ya alternatif de sînema û belgefîlman pêş bixin me dest bi vê xebatê kir. Rêgez û pîvanên me yên ji bo mihrîcanê wiha ne: Sînema sektorek aliyê wê yê madî û endustrî heye. Ji ber vê yekê mirov dikare behsa aliyê wê yê têkiliyên bi kapitalismê re jîbike. Fîlmên ku têkevin pêşbirgê dê azadiya jinê, cudahiya çandê xelata ziman û raperîna gel esas bigire. Ji bo em van hasasiyetên civakê derxin pêş me ev wekî pîvan danîn pêş xwe."

'Kurdî şert e'

Yildirim, da zanîn ku ew bi vê mihrîcanê armanc dikin ku senaryoya kurdî û sînemavaniya kurdî pêş bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin bi vê xebatê bi zimanê kurdî lêkolîn, nivîsandin û sînemayê pêş bixin. Em dixwazin sînemavaniyakurdî bi vî rengî têxin pratîkê. Sertê sereke kurdî ye."

(mae)


Bêjeyên Miftehî