1. salvegera rizgariya Serêkaniyê: Şerê 14 rojan
MEDYA DÊRSIM - SERÊKANIYÊ 17.07.2014 11:29:21 Îro yekemîn salvegera rizgariya bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Di 17'ê Tîrmeha 2013'an de di encama berxwedaneke bêhempa ya şervanên YPG'ê de bajarê Serêkaniyê ji êrîşên komên çete û artêşa azad hat parastin û di encama şerê 14 rojan de bajar ji çeteyan hat paqijkirin. Endamê Navenda Têkilî û Rêxistinî ya YPG'ê Welîd Temûş ê di şerê rizgariya Serêkaniyê de cih girtibû, di 1. salvegera rizgariya Serêkaniyê de ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku ewê heta dawiyê xaka xwe biparêzin.
Bi destpêkirina şoreşa 19 Tîrmehê re li gelemperiya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûnan li hemû bajar, navçe û gundan destpê kir û ev bû sedem ku êdî gelê herêmê pergala heyî qebûl neke û serî hilde. Yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê yên ku şerekî giran tê de ji aliyê komên çete ve bi rêve çûye jî bajarê Serêkaniyê bû.
Di 8.11.2012’an de komên çete di deriyê sînor re derbasî bajarê Serêkaniyê dibin, di vê navberê de gelek ji şêniyê bajêr ji ber sedema êrîşan dest bi koçkirinê kirin. Di vê dîrokê de bi qasî 11 hezar welatiyên bajarê Serêkaniyê dev ji warên xwe berdan û berê xwe dan bakûr û başûrê kurdistanê.
HEMÛ KOMÊN ÇETE Û ARTÊŞA AZAD LI DIJÎ SERÊKANIYÊ BÛN YEK
Komên ku di êrîşa li ser bajarê Serêkaniyê cihê xwe girtine û bi armanca dagirkirina bajêr de hatine bi navên cûda cûda êrîş birin ser bajêr û komên çete yên bi navê Ehfed Elresûl, Sewaeq Elrehman, Cebhêt Elnusra, Ehrar Xiwêran, Ehrar Elşem, Xalêd bin Welîd, ketîba Hefyanîn, ketîba Elfaroq û gelek komên din ên ku di bin ala îslamê de hatin û xwestin xwe di bajarê serêkaniyê de bi cîh bikin.
Di van pêvajoyan de li bajarê Serêkaniyê di warê pêdiviyên rojane de şêniyê herêmê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man. Weke birîna eletrîkê, bi qasî 9 mehan birîna xetên telefonan, sedema wê jî ji ber hemû amûrên telefonan ji aliyê komên çete ve hatin dizîn, kêm bûna madeyên xwarinê dema ku dihate peydakirin jî, lê zêde biha bû.
Di vê pêvajoyê de komên çete yên bi navê artêşa azad û cebhêt Elnusra hemû welatiyên ku di kolanan de didîtin ew bi kuştinê tehdîd dikirin, malên hatine vala kirin dişewitandin û mal û milkê welatiyên bajêr ji aliyê komên çete ve hatin dizîn. Her wiha komên çete ketin nava depoyên genim û hezaran ton ji genim, birinc, şekir û zexîreyan birin. Wekî din ji ber herêm xwe li ser çandiniyê xwedî dike hemû motorên avdanê yên ser zeviyan hatin dizîn. Dema ku yek ji endamên çete yê ji ketîbeya Elfaroq dîl dikeve destê yekîneyên parastinê YPG’ê û di encama lêpirsînê hate gotin ku ketîba Xuraba Elşam û Ehfed Elresûl para herî zêde ji malên ku ji bajêr girtine dest bûye para wan, ji ber ev ketîbe piştgirî ji dewleta tirk di aliyê deriyê sînor re bi awayekî rojane digire.
Di der barê van êrîşan de navenda çapemeniya YPG da xuyakirin ku dewleta Tirkiyê, yekser destê wan di van êrîşan de heye û bi rêya şandina ambulansa îsafê rojane çek ji komên çete re dihat şandin.
CANGORIYÊN RIZGARIYA SERÊKANIYÊ
Di şerê berxwedana Serêkaniyê de her wiha gelek kesên medenî û endamên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan heyanî ku bajar ji komên çete paqij kirin. Navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî wiha ne;
"Lewend Qamişlo, Elî Şêx, Lezgîn Elî Elî, Mihemed Elewî, Ehemd Xelîfê, Serhed Qamişlı, 3’ê kesên medenî yên navên wan ne diyar, Şehd Hanî Hebeş ya 3’ê salî, Umer Hanî Hebeş yê 10 salî, ji heman malbatê Semeh Hanî birîndar dibe, Henî hebeş yê 65 salî birîndar dibe, Celal Abdala Hisên Porê, Cûdî Siud Ebdo birîndar dibe, Orhan Hemê Muxtar, Îsmaîl Ehmed Mihemed, Zerdeşt Dêrik, endamê partiya pêşverû Elae Qasêm, Ebdilrahman Qewas, Xebat Qamişlo, Hêlîn Şêxmûs, Bêrîtan Şêxmûs, Ehemd Şêx Sînan, Abêd Xelîl, Silêman Mihemed Sîno, Ehemd Sîno, Selah Eyo, Umer Hemo, Ebid Hemîd Misto û goran cûdî."
Di yekemî salvegera rizgarkirina bajarê serêkaniyê de endamê Navenda Têkilî û Rêxistinî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Welîd Temûş ê ku di wê pêvajoyê de û heyanî niha di nava şerê Serêkaniyê de ye, nêrînên xwe wiha anîn ziman; “ Bi qasî 500 kes ji Tirkiyê derbasî bajêr bûn û bi qasî 1500 çete ji aliyê Tilxelef û Mişrafa ve hatin. Çekên di destê komên çete de bi giştî çekên giran bûn. Komên çete yên ku hatibûn herêmê, herêm nas nedikirin, lê bi alîkariya malbat û êlên ereb ên weke Malbata Cedan, malbata Rumanê, Hilo, Idwana malabata Şewax Idwana û êla Niêma alîkariya çeteyan kirin, lê tenê malbata Rumana bi esil ji turkmenanan e.
Di serî de dema ku artêşa azad êrîş bir ser saziyên dewletê û dewlet ji bajêr derxist, vê carê êlên ereb yên ku me li jor anîne ziman ketin bajêr û xwestin bajêr bigirin dest. Di eslê xwe de ev komên çete yên weke Ehrar Reqa, ehrar xiwêran û gelek komên bi navên cûda hatin ketin bajarê serêkaniyê û di nava van de begara jî hebûn hemû bi pergala baas ve girêdayî bû. Hemû êlên ereb ên wê demê hemûyan alîkariya komên çete dikirin, lê di serî de ew girêdayî pergalê bûn lê piştre bi çekên ku ji dewletê girtine li hember dewletê bi kar anîn û hemû saziyên dewletê ji bajêr derxistin. Piştî ku komên çete saziyên dewletê paqij kirin vê carê balafirên dewletê hatin û êrîş birin ser taxên kurdan ên weke Hewarna, Zorava û malên kurdan yên taxa Mihatê kirin hedef."
BERXWEDANA BÊHEMPA YA 14 ROJAN
Temûş axaftina xwe wiha dewam kir; “Me dizanî ku plan li ser bajêr heye ji ber vê me tedbîrên xwe girtin. Ji lewra di demên destpêkê de komên çete her dem digotin ku YPG bi dewletê re ye. Lê me jî ji aliyê xwe de hemû tedbîr li hember ew hêzên çete yên ku di serî bi pergala Sûrî re bûn û piştre jî bûn çete girtin. Ji ber vê me di her taxê de ji şêniyê taxê bi hêzên ewlekariyê dan avakirin. Û weke sazî li bajêr tenê mala gel hebû. Dema ku komên çete hatin û êrîşê mala gel kirin serokê meclîsa bajêr Abêd Xelîn şehîd xistin.
Dema ku heval Abêd Xelîl şehîd bû vê carê şerê me bi komên çete re destpê kir di wê demê em tenê hacizê Sînaa de bûn. Em ji aliyê Dirbêsiyê hatin û me parastina taxên xwe kir, şer dest bû di navbera du rojan me karî em taxên Zeredeşt û Zorava bigirin destê xwe. Di destê wan de çekên giran hebûn, lê di destê me de çekên ferdî hebûn. Di vê şerî de tenê hejmara me bi qasî 200 kes bûn bi giştî jî gel bi xwe bû. Piştî wê me taxa Rnahî û Zeredeşt bi tamamî di encama şer de rizgar kir. Ev bi giştî di navbera 7 rojan de hate qewimîn. Û me karî van taxan rizgar bikin, lê piştî wê bi demeke kin şerê 14 rojan dest pêkir. Careke din çekên di destê me de tenê yên ferdî bû û dîsa jî çekên giran di destê wan de hebûn, lê vê carê êdî komên çete tangên xwe jî yên ku ji tirkiyê dianîn li hember me bi kar anîn. Piştî ku di 14 rojan şer berdewam kir navbereke bi qasî 3 mehan de agirbest pêk hat. Sedema wê jî li ser bingehê ku ne em ne jî ew di bajêr de nemînin û gel bi çekên giran aciz nebe. Lê piştî 3 mehan careke din şer destpê kir ji ber dewleta Tirk alîkariya wan dikir û digot divê hûn bi hêzên kurd şer bikin. Ji ber tirkan digot ger hûn şer nekin ezê çekên giran nedim we. Hemû alîkariya madî û menewî ji wan re ji aliyê tirkan ve dihat.
DI NAVA 12 SAETAN DE SERÊKANIYÊ JI ÇETEYAN HAT PAQIJKIRIN
Temûş da zanîn ku wan di nava 12 saetan de hemû bajar ji komên çete paqij kirin û destnîşan kir ku tevî çekên giran jî çeteyan nekarîbûn li hemberî wan li ber xwe bidin.
Temûş ragihand ku wan di encama şer de deriyê sînor ji destê çeteyan derxistine û bi vî rengî pêşî li alîkariya ji wan re dihat dayîn birîne.
BI SERKETINA YPG'Ê RE BEŞDARÎ JI NAVA REFÊN TÊKOŞÎNÊ ZÊDE BÛN
Temûş diyar kir ku di şerê 14 rojan de Artêşa Azad û Cebhet El Nûsra hev re êrîşî wan kirine û destnîşan kir ku wan di vî şerî de di nava 12 saetand e bajarê Serêkaniyê ji komên çete paqij kirine.
Welîd Temûş da zanîn ku piştî bajar hat rizgarkirin beşeke mezin a komên çete ji sînor reviyan Tirkiyeyê yên mayî jî derbasî Til Xelef bûn û axaftina xwe wiha dewam kir: "Gelê bajêr rastiya ku tiştekî bi navê artêşa azad nîne û derdê wan ne paratina welat û gel e dît. Ji ber vê me dît êdî her kes berê xwe dan nava refên YPG û her ku çû beşdarbûna YPG zêde bû. Ne tenê kurd me dît ku êdî ji pêkhateya Ereb, Çeçen û Êzîdî beşdarî me bûn û her çû hejmara me di parastina bajêr de zêde bû."
Temûş da xuyakirin ku bi rizgarkirina bajêr re piraniya welatiyên cih û warên xwe terikandin vegeriyan û niha yek ji qadên herî ewle ye. Temûş destnîşan kir ku ewê heta dawiyê xaka xwe biparêzin û bang li welatiyên hînê li derve ne kir ku li cih û warên xwe vegerin.