1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 1'ê Gulanê roja têkoşînê
1'ê Gulanê roja têkoşînê,1,ê,gulanê,roja,têkoşînê

1'ê Gulanê roja têkoşînê

1'ê Gulanê roja têkoşîna hemû kesên li dijî desthilatdariyê ye

A+ A-

SEDAT YILMAZ Ji 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran re demek kin ma ji gelek derdorên cuda banga tevlîbûna pîrozbahiyê hate kirin. Sendîkayên weke Turk -Îş, Hak -Îş û Memur -Sen'ê jî bi hinceta di metnê de kurd heye tevlî pîrozbahiyan nabin. Banga Ciwanên Misliman a tevlîbûnê balkêş e. Di pîrozbahiyan de kedkarên çapemeniyê yên hatin girtin nayên jibirîkirin û sendîkayên muxalîf ên Turk-Îş'ê jî dê tevlî pîrozbahiyan bibin. Di 1'ê Gulanê de li hemberî pêkanînên hikûmeta AKP'ê yên dijdemokratîk bertek dê bên nîşandan.

Ji 1'ê Gulanê re demek kin mayî ji gelek derdoran bangên tevlîbûnê tên. Ji Kongreya Demokratîk a Gelan, karkerên taşeronê, ciwanên misliman, alîgirên futbolê, derdorên sosyalîst, partiyên siyasî, xwezaparêz, sendîka, rêxistinên sivîl ên civakî û komele dê li Qada Taksîmê bên cem hev û ji bo vê yekê xebat berdewam dikin. Platforma Hêza Sendîkayan a ku di nav de DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, sendîkayên muxalîf ên Turk-Îş'ê û 61 rêxisitnên din di nav de cih digirin dê li Qada Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikin û li benda milyonek kes tevlî pîrozbahiyan bibin in. Ji bo li hemberî hemû dijzagoniyan 1'ê Gulanê weke roja têkoşînê tê dîtin.

Bila kedkarên çapemeniyê serbest bên berdan

Berdevkê Platforma Piştevaniya Rojnamegerên Girtî Necatî Abay, diyar kir ku 1'ê Gulanê roja têkoşîna û yekîtiyê ye. Abay, bal kişand ser zext û zordariyên li ser kedkarên çapemeniya kurd. Abay, anî ziman ku zêdehî 100 kedkarên çapemeniya kurd di girtîgehan de ne. Abay, da zanîn ku ew dê daxwaza hemû rojnamegerên hatin girtin serbest bên berdan bikin û wiha got: "Daxwazên me astengên li pêşiya azadiya raman bên rakirin, dadgehên taybet bên rakirin, TMY bê guherîn û rojnamegerên girtî serbest bên berdan."

Bal: Em dê daxwaza azadiyê bikin

Xebatkarê Medyaya Adîl Kadîr Bal, diyar kir ku ew dê li hemberî kapîtalîzmê li kolanan bin. Bal, anî ziman ku ew weke ciwanên misliman dê dî 1'ê Gulana îsal de li hemberî metîngeriyê daxwazên xwe bînin ziman. Bal, da zanîn ku ew dê bibin dengê karkerên di bin sermayaya kesk a olî de tên tepisandin. Bal, bilêv kir ku piştî nimêja li Mizgefta Fatîhî ji bo karkerên jiyana xwe ji dest dan dê tevlî 1'ê Gulanê bibin. Bal, destnîşan kir ku ew dê daxwazên xwe bi kurd, tirkî, erebî û îngîlîz bînin ziman. Bal, diyar kir ku ew dê wehşeta Roboskiyê û Girtîgehan Pozantiyê bînin ziman.

Turk -Îş berê jî tunebû

Serokê Giştî yê Hava- Îş'ê Atîlay Ayçîn bertek nîşanî Turk-Îş'ê da û diyar kir ku Turk-Îş berê jî li hemberî karkeran tevdigeriya. Ayçîn, anî ziman ku amadekariyên wan ên 1'ê Gulanê berdewam dikin û ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin dê li Qada Taksîm bibin.

Çîniya karkerên Tirkiyeyê kurd in û kurd dê li qadan bin'

Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku ew dê bi rihê Newrozê tevlî 1'ê Gulanê bibin û amadekariyên xwe jî bi wê yekê dikin. Tuncel, anî ziman ku ew dê li qadê daxwazên xwe bînin ziman. Tuncel, da zanîn ku çîniya karkerên Tirkiyeyê piranî kurd in û dê bi karkerên tirk re di nav piştgiriyê de bin. Tuncel, bilêv kir ku li qadê dê balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê.

(bd)


Bêjeyên Miftehî