"208 çeteyên El Qaîdeyê hatine kuştin"
NAVENDA NÛÇEYAN 07.10.2013 12:28:36 Navenda Çapemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li herêma Efrînê de 170 û li herêma Çilaxa ya Girkê Legê jî 38 endamên Dewleta Îslamî ya Iraqa û Şamê hatine kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê der barê pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî komên çekar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra bajarê Ezazê di 22’ê Îlonê de xistin bin kontrola xwe û Artêşa Azad jê derxistin, êrîşên xwe yên li dijî bendên YPG’ê zêde kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bi taybetî êrîşî bendên kontrolê parastina gundê Qestel Cindo û herêma Cindêrisê kirine.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên YPG’ê piştî êrîşan li herêmê li dijî êrîşkaran operasyon daye destpêkirin dan û di encamê de 170 çeteyên ser bi Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatine kuştin, 5 cenaze jî ketine destê hêzên YPG’ê. Her wiha hêzên YPG’ê 10 çekên sivik û navîn destser kirin û 2 wesayîtên doçka li ser hatin ruxandin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nusra ji herêmê reviyane û xwe li binya gundê Meerîn bicih kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di van şeran de 6 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nusra li gundê Sefa yê Rimêlan bi çekên giran û tangan êrîş pêk anîne û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûnên dijwar qewimîne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku encama pevçûnên li Sefa 38 çete hatine kuştin û 14 cenaze di destê şervanên YPG’ê de ne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di van pevçûnan de 3 şervanên YPJ’ê û şervanê YPG’ê Evraz Mihemed Emîn jiyana xwe jidest dane.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şervanê YPG’ê Evraz Mihemed Emîn ê ku her dem di nava xebatan de çalak bû bi lehengî îspat kiriye ku ew sembola berxwedanê û qehremaniyê ye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Miheme Emîn cihê xwe di nava gelek meclîsên Rojavayê Kurdistanê de û Tevgera Ciwanên Şorşger de girtibû û piştî êrîşên komên çeteyan tevlî nava refên YPG’ê bûye û di pevçûnên li Til Koçer, Tirbespiyê û Serêkaniyê de cih girtiye.
Di dawiya daxuyaniyê de soz hate dayîn ku hêzên YPG’ê dê li ser xeta Şehîd Evraz Mihemed Emîn û hemû Şehîdên berxwedana Rojava têkoşîna xwe bidomînin û aramiya herêmê biparêzin.