21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI EZÎZÊ CEWO
1- Peyva ku tu herî zêde jê hez dikî?
Dê/Dayîk/Yadê!
2- Peyva tu qet jê hez nakî?
Xyanet!
3- Çi kelecanê dide te?
Dema ez destê alîk’arîyê dirêjî mirovekî bê hêz dikim, ê ku nikare ji cîyê k’etî r’abe!
4- Çi kelecana te dikuje?
Dema nezanek xwe li nava gotinê r’a dike.
5- Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?
Dengê bilûra k’urdî.
6- Dengê tu jê aciz î kîjan e?
Qêr’în.
7- Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?
P’êşeyên ku dilê mirov dêşînin (Polîs, cenderme, gardyan)
8- Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?
Bilûrvanî.
9- Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?
Bijîşk.
10- Te dixwest tu li ku bijîyayî?
Li Dêrsimê, li ber kevîya Gelîyê Mûnzûr.
11- Qelsiya te ya herî beloq çi ye?
Dilnermî.
12- Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?
Dem xwe di nava k’arê lêger’înîyê da jibîr dikim.
13- Lehengê te kî ye?
Bêrîtan!
14- Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?
De bit’eqise, k’er lawê k’eran (ez ji bo vê lêborîna xwe ji wê ajala Xwedê dixwazim!)
15- Niha tu xwe çawa hîs dikî?
Wek mirovekî k’arê xwe nebiribe sêrî.
16- Tuyê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?
K’uda diçî, k’î jî hebî, mirovbûna xwe jibîr neke!
17- Xewna te ya dilşadiyê çi ye?
Azadîya gelê min!
18- Bi ya te xemgînî çi ye?
Dema hêvîyên mirov nîvcî dimînin.
19- Tu dixwazî çawa bimirî?
Nek’evim ber destan, li Welatê kal û bavan, di nava gelê xwe da! – Ev xewna min a 250 salan e!
20- Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?
Gelo tu dizanî, ji bo çi tu li vira yî, ne li wir?
21- Tu yê çi bersivê bidî wî?
Nizanim,ez di jîyanê da rastî her rwşekê jî hatim, lê min hewl da, ku ji wê nîgarê dûr nek’evim, aa ku Te sêwirandye... Lê, eger Te bikaribûya demekê ez li Cêhanê bihiştama, dê çêtir bibûya – hinek k’arên min nîvcî mane!
Ezîz ê Cewo
06. 09. 2019
Pyatîgorsk/R’ûsîya