1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. 21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ,21,pirsên,amîda,kurd,ji,fêrgîn,melîk,aykoç

21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

A+ A-

1- Peyva tu herî zêde jê hez dikî?    

  • Azadî.

 2- Peyva tu qet jê hez nakî?      

  • Jiyan dikim.

 3- Çi kelecanê dide te?         

  • Vekirin û li ber çavan raxistina rastiyên veşartî.

 4- Çi kelecana te dikuje? 

  • Kêmasiyên xwe çendbare dikin.

 5- Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?  

  • Dengê Kawîs Axa.

 6- Dengê tu jê aciz î kîjan e?

  • Dengê kesên ku bi nave dengbêjiyê diranên xwe hişk didin ser hev û wekî mêşan di pozê xwe de dikin vinevin.

 7- Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?  

  • Meletî, lew re serê mirovan bi tiştên bêbingeh û bê belgeh dagirtin, tiştê herî xirab e.

 8- Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?  

  • Şêwekarî û dengê xweş.

 9- Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî? 

  • Ji kesayetan re rêz digirim. Lê bi qasê tê bîra min min hewesiya xwe bi ti kesî naniye. Ez cardin werim cihanê jî dixwazim wek Fêrgîn werim cihanê.

 10- Te dixwest tu li ku bijiyayî? 

  • Li Kurdistanê di geliyê Baskan, li çilkaniyên Munzûrê. Li Zagrosan.

 11- Qelsiya te ya herî beloq çi ye? 

  • Zu tijî dibim, zû têm kelecanê, gunehê min bi mirovan tê.

 12- Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e? 

  • Bi gotin û zextan êrişê kesên nekes kirin e.

 13- Lehengê te kî ye? 

  • Berê Memê Alan bû (Min destana Memê Alan di zarokatiya xwe de ji devê pisxaltiyê diya xwe bihîstibû) lê niha Gaumada ye, lewra ew di doza xwe de bi ser jî neketibe, kesekî zana, fîlozof û têgîhîşti ye.

 14- Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e? 

  • “Kurê birê kerê!”

 15- Niha tu xwe çawa hîs dikî? 

  • Hê zindî me, lê mîna ku bayê kalaniyê carnan li tengala min de. (sal di nêzîk de dibe 70).

 16- Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên? 

  • Tu çi dikî, bizane û netirse bike,lê li kêmasiyên xwe vegere!

 17- Xewna te ya dilşadiyê çi ye? 

  • Bêguman Kurdistana Azad û serbixwe dîyîn û rojek lê jîyîn.

 18- Bi ya te xemgînî çi ye?   

  • Têkçûna destkeftiyan û kiras guhertina dostên hêja.

 19- Tu dixwazî çawa bimirî? 

  • Li Kurdistanê wekî şivanekî serê xwe daynim ser kevirekî û wisa  bibim ax.

 20- Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje? 

  • Bersiva “Çima wî ev bêbextiya li Kurdan hatî kirin nedît û karê bêbextan tim bi serkeftî bi rê ve bir?”

 21- Tu yê çi bersivê bidî wî? 

  • Tu jî bêbext î!