21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI HEKÎM SEFKAN
1- Peyva tu herî zêde jê hez dikî?
Ez têm
2- Peyva tu qet jê hez nakî?
Bellam
3- Çi kelecanê dide te?
Çûyina deverkê.
4- Çi kelecana te dikuje?
Madê Tirş.
5- Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?
Dengê şevê.
6- Dengê tu jê aciz î kîjan e?
Fir-fira Çayê-Qehwè û mirçína xwarinê.
7- Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?
Polis.
8- Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?
Rehetkirina êşan.
9- Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?
Derwêşek.
10- Te dixwest tu li ku bijîya?
Beriya Mêrdînê.
11- Qelsiya te ya herî beloq çi ye?
Bêhesabî.
12- Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?
Zarokbûna min e.
13- Lehengê te kî ye?
Diya min e.
14- Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?
Ehmeq
15- Niha tu xwe çawa hîs dikî?
Parsek.
16- Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?
Orjînala herî xerab ji Teqlida herî baş çêtir e.
17- Xewna te ya dilşadiyê çi ye?
Azadî ye.
18- Bi ya te xemgînî çi ye?
Kombûna êşan e.
19- Tu dixwazî çawa bimirî?
Hezkiriyèn min bi mirina min veneciqin.
20- Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?
Tu hatiyî vir çi.
21- Tu yê çi bersivê bidî wî?
Ez li te digerim!