1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. 21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI HELÎM YÛSIV
21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI HELÎM YÛSIV,21,pirsên,amîda,kurd,ji,helîm,yûsiv

21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI HELÎM YÛSIV

A+ A-

 

1- Peyva tu herî zêde jê hez dikî?

    Hezkirin.

 

2- Peyva tu qet jê hez nakî?

    Biratiya gelan.

 

3- Çi kelecanê dide te?

    Nivîsandina romaneke nû.

 

4- Çi kelecana te dikuje?

    Qedandina nivîsandina pirtûkê.

 

5- Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?

    Dengê Mihemed Şêxo.

 

6- Dengê tu jê aciz î kîjan e?

    Dengê diktatoran.

 

7- Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?

    Qesabî.

 

8- Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?

    Stiranbêjî.

 

9- Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?

    Minê bixwesta bibim kêla ber serê dayika xwe.

 

10- Te dixwest tu li ku bijîya?

      Li welatekî ku ne bindest be.

 

11- Qelsiya te ya herî beloq çi ye?

      Diltenikî.

 

 12- Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?

      Hestiyarî ye.

 

13- Lehengê te kî ye?

      Xortekî YPG yî ye.

 

14- Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?

      Bênamûs.

 

15- Niha tu xwe çawa hîs dikî?

      Ne xemgîn û ne kêfxweş im.

 

16- Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?

      Kirasê vê felsefê ji diruşmeyan firehtire.

 

17- Xewna te ya dilşadiyê çi ye?

      Pêkanîna pirojeya mina wêjeyî ye.

 

18- Bi ya te xemgînî çi ye?

      Lalbûna li hember rastiyê.

 

19- Tu dixwazî çawa bimirî?

      Bê êş û li mala xwe.

 

20- Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?

      Tu bi xêrê hatî, tu yê herdem li vir bî.

 

21- Tu yê çi bersivê bidî wî?

      Jixwe daxwaza min jî ev bû.