21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI KADÎR ÇELÎK
1- Peyva ku tu herî zêde jê hez dikî?
Peyva herî zêde jê hezdikim "dayê" ye.
2- Peyva tu qet jê hez nakî?
Peyva ku zêdetir jê hez nakim "veqetîn" e.
3- Çi kelecanê dide te?
Serkeftinên gelê min kelecanê didin min.
4- Çi kelecana te dikuje?
Dema hîn kes di şaşitiyên xwe de îsrar dikin kelecana min dimire.
5- Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?
Herî zêde ji dengê kenê zarokan û ji dengê avê hez dikim.
6- Dengê tu jê aciz î kîjan e?
Ji dengê qerebelixa bajaran hez nakim.
7- Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?
Karên teknîkî qet bala min nekişandin û nikarim jî. Lewra jê hez jî nakim.
8- Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?
Xwezî min karîba yek ji amûrên mûzîke bikar baniya. weke mînak bilûr an jî keman.
9- Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?
Ku ez ne ez ba ma minê bixwasta bibim deengbêjekî zîrek li gundekî Serhedê.
10- Te dixwest tu li ku bijîyayî?
Min dixwest li Amedê bijîm. Cîhê Amedê di dilê min de gelek pîroz e. An jî minê bixwasta li gundekî biçûk li qerexa gola Wanê bijiyama.
11- Qelsiya te ya herî beloq çi ye?
Mirovekî zêde bi stres im û ew jî min pir caran dêşîne.
12- Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?
Bi her kesî baweriyê tînim lê ew jî dilê min gelek caran dişkêne. Lê dîsa jî ji vê taybetmendiya xwe hez dikim. Divê mirov ji hev hez bikin û bi hev bawer bin.
13- Lehengê te kî ye?
Lehengên dayîkên kurd û ez wana weke lehengên hemî dem û zemana dibînim.
14- Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?
Bi piranî çêran nakim lê hîn caran dema gelek hêrs dibim gotina "jehr" ji devê min bi derdikeve.
15- Niha tu xwe çawa hîs dikî?
Westî, bêzar û ji jiyanê bê hêvî.
16- Tuyê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?
. "jiyan payîzeke dûr û dirêj e. Heya pela dawî jî weşî hêviya xwe ji jiyanê nebire.
17- Xewna te ya dilşadiyê çi ye?
Xewna min a dilşadiyê azadiya welatê min e. Bila bes êş û azar û zehmetkêşî hebe li ser axa bav û kalan.
18- Bi ya te xemgînî çi ye?
Êşa ku gelê min dikêşîne min gelek xemgîn dike. Her wiha hêriş û tund û tujî û wêrankariya li welatê me jî min bi dorfirehî nerehet û aciz dike.
19- Tu dixwazî çawa bimirî?
Dixwazim ji nişkeve bimirim. Bêyî ku ji derdora xwe re bibim bar û birîn.
20- Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?
Dema ez mirim û çûm bihuştê dixwazim gotina pêşî ya Xweda ji min re bêje ev be.
" ez lêborîna xwe ji gelê te dixwazim"
21- Tu yê çi bersivê bidî wî?
Bersîva min a ji Xwedê re jî dê ew ba "tu hevalbendê zaliman î, çavên te, em nedîtin tu caran"