21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ
1. Peyva tu herî zêde jê hez dikî?
Roza: Helbest
Mordem: Stran
Hîkmet: Azadî
Sebrî: Canê/a min
Încî: Serhildan
Siltan: Azadî
Arîfe: Oy xwedê tu çi xweşî
Haşîm: Hêvî
2. Peyva tu qet jê hez nakî?
Roza: Baviksalarî
Mordem: Akademîk
Hîkmet: Şer
Sebrî: Biteqize
Încî: Dijmin
Siltan: Mirin
Arîfe: Çi eleqeya wî heye
Haşîm: Dev jê berde
3. Çi kelecanê dide te?
Roza: Nivîsandina helbestê
Mordem: Derketina ser dikê
Hîkmet: Agahiyek erenî
Sebrî: Fêrbûna tiştekî nû
Încî: Civata jê hesdikim û malbat
Siltan: Xweza û Dîrok
Arîfe: Serkeftin
Haşîm: Serkeftin
4. Çi kelecana te dikuje?
Roza: Yên nizane helbestê bixwînin
Mordem: Amatorî
Hîkmet: Dema bêhna min derkeve
Sebrî: Fêrbûn
Încî: Hê tiştekî kelecana min nekuştî ye
Siltan: Derew
Arîfe: Vir
Haşîm: Têkçûn
5. Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?
Roza: Dengê çirçirkan ê şevê
Mordem: Dengê baranê
Hîkmet: Xuşe Xuşa Baranê
Sebrî: Dengê avê û çivîkan
Încî: Dengê mûzik û avê
Siltan: Av, sûlav, derya
Arîfe: Kenê zarokan
Haşîm: Dengê avê û pelê daran
6. Dengê tu jê aciz î kîjan e?
Roza: Bombe
Mordem: Balafir û motorsiklet
Hîkmet: Qêrîn
Sebrî: Teneke
Încî: Qornaya otomobîlan
Siltan: Balafir û Ambûlans
Arîfe: Bi dengê bilind qîjînkirin
Haşîm: Qorneya maşîneyan
7. Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?
Roza: Sixurtî
Mordem: Sixurtî
Hîkmet: Sixûrtî
Sebrî: Qesabî
Încî: Rojnamegerî
Siltan: Hemşîretî
Arîfe: Karê Çolê
Haşîm: Bijîşkî
8. Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?
Roza: Lêdana amûrekê
Mordem: Lêdana Sazê
Hîkmet: Bostanvanî
Sebrî: Pedagogê mejî
Încî: Wênesazî
Siltan: Wek ba bûma
Arîfe: Sêrbazî
Haşîm: Firrîn
9. Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?
Roza: Mestûre Kurdistanî
Mordem: Dewrêşê Evdî
Hîkmet: Şivanekî bilûrvan
Sebrî: Min ê dîsa bixwesta ez bûma
Încî: Dîsa ez
Siltan: Meryem Xan
Arîfe: Dîsa ez
Haşîm: Ewliya Çelebî
10. Te dixwest tu li ku bijîya?
Roza: Amed
Mordem: Herêma Dimiliyan (Licê)
Hîkmet: Li Kurdistaneke Azad
Sebrî: Ji cihê xwe razî me (Dêrik)
Încî: Amed
Siltan: Lê kêleka çemekî
Arîfe: Li welatê xwe
Haşîm: Dêrsim-Amed
11. Qelsiya te ya herî beloq çi ye?
Roza: Dema hêrs dibim dikarim ê hemberî xwe pir bişkînim
Mordem: Jibîrkirin
Hîkmet: Cixare
Sebrî: Hestîtî
Încî: Zû dilê min dişike
Siltan: Zêde hîsî
Arîfe: Zû bawer dikim
Haşîm: Nikarim hestên xwe veşêrim
12. Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?
Roza: Dema pirtûk dixwînim zû xewa min tê
Mordem: Temaşekirina Tv yê
Hîkmet: Kişandina Cixareyê
Sebrî: Parvekirin
Încî: Zû hestiyar dibim
Siltan: Ken
Arîfe: Ji mirovan hesdikim
Haşîm: Xew
13. Lehengê te kî ye?
Roza: Ehmed Huseynî
Mordem: Bavê min
Hîkmet: Dayîka min
Sebrî: Serfirazî
Încî: Zarokê min (Baran)
Siltan: Dêya bavê min
Arîfe: Jinên li ser piyê xwe disekinin
Haşîm: Têkoşerên azadiyê
14. Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?
Roza: Qujunge
Mordem: Qurê Qehpê
Hîkmet: Laçikê Kerê
Sebrî: Ji çêrê dûr im
Încî: Ez çêran bi kar naynim
Siltan: Bêşeref
Arîfe: Kurê Kerê
Haşîm: Pûşt
15. Niha tu xwe çawa hîs dikî?
Roza: Ne zêde baş
Mordem: Nexweş û bêhal
Hîkmet: Dilteng
Sebrî: Ji ber pirsan pirr baş im
Încî: Wek dilgirtiyeke benda azadiyê
Siltan: Kole
Arîfe: Di gengeşeyê de
Haşîm: Bi aramî
16. Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?
Roza: Bijî azadiya kurdan
Mordem: Di ku de zirave bila di wir de biqete
Hîkmet: Di ku de zirave bila di wir de biqete
Sebrî: Ez agirim nêzî min nebe
Încî: Berxwedan jiyan e
Siltan: Duristî û Azadî
Arîfe: Bikevî jî dîsa rabe
Haşîm: Heta serkeftinê têkoşîn
17. Xewna te ya dilşadiyê çi ye?
Roza: Avakirina welatekî azad
Mordem: Zarok bi kurdî biaxivin
Hîkmet: Azadiya Kurdistanê
Sebrî: Tiştên xeyal, Azadî
Încî: Dayîkên kurd û cîhanê hêsiran nebarînin
Siltan: Jiyaneke Azad
Arîfe: Bi zarokên xwe re jiyaneke xurt
Haşîm: Welateke azad
18. Bi ya te xemgînî çi ye?
Roza: Bêzimanî
Mordem: Bêdewletî
Hîkmet: Ne azad bûn
Sebrî: Berpirsiyariya bêpersiyarî
Încî: Hesret
Siltan: Bê hêvîtî ye
Arîfe: Jiyanên bê rûmet
Haşîm: Ji heskiriyên xwe dûrketin
19. Tu dixwazî çawa bimirî?
Roza: Di nava şerê têkoşînê de
Mordem: Di xewê de
Hîkmet: Nekevim ber destan
Sebrî: Di asta rûmetê de
Încî: Bê hesret û bê keser
Siltan: Ji nîşka ve
Arîfe: Naxwazim bimrim
Haşîm: Li ber heskiriyên xwe
20. Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?
Roza: Min çima ewqas zilm li kurdan kir?
Mordem: Bi xêr hatî bernameya me
Hîkmet: Te ji bo min çi kir
Sebrî: Tu hatî ha
Încî: Te çima îsyan nekir
Siltan: Ma te û vir
Arîfe: Were cihê te cinet e
Haşîm: Mirov hemû yek in
21. Tu yê çi bersivê bidî wî?
Roza: Gotina dawiyê pere nake
Mordem: Xêra çi heyran
Hîkmet: Li qisûrê min mêze neke min tiştekî nekir
Sebrî: Ma te negotibû hûnê vegerin ba min
Încî: Ji bo werim bihûştê
Siltan: Bê nan dibe bê azadî nabe
Arîfe: Vê carê min ji hebûna te bawer kir
Haşîm: Baş e, mala te ava