21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI MIHEMED RONAHÎ
1. Peyva tu herî zêde jê hez dikî?
Xecîcok
2. Peyva tu qet jê hez nakî?
Mirin
3. Çi kelecanê dide te?
Destpêkirina berhemeke nû
4. Çi kelecana te dikuje?
Nebûna derfetan
5. Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?
Dengê avê, Dengê spîndaran û Şakiro
6. Dengê tu jê aciz î kîjan e?
Giriyê zarokan
7. Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?
Polêsî û bankagerî
8. Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?
Firrîn
9. Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?
Hasnat Khan
10. Te dixwest tu li ku bijîya?
Li Hewremanê
11. Qelsiya te ya herî beloq çi ye?
Di her qada jiyanê de bêpergalbûn
12. Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?
Vexwarina araqê
13. Lehengê te kî ye?
Bavê min e
14. Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?
Di vî warî de heya bêjî şareza me û repertûareke min a berfireh heye dikarim bikim ku aqilê te bisekine…..Ji ber wê jî hema em bersiva vê pirsê nedin jî dibe.
15. Niha tu xwe çawa hîs dikî?
Di nav Xelo û Celo de, ne bi hêvî ne bêhêvî, Li bendî Godot
16. Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?
Texsîr meke, çi ji dilê te hat texsîr meke.
17. Xewna te ya dilşadiyê çi ye?
Roja rêûresma avabûna Kurdistanê ye, wek wî wêneyê ku Qazî Mihemed û avakarên komarê tê de ne.
18. Bi ya te xemgînî çi ye?
Nekarîn e
19. Tu dixwazî çawa bimirî?
Li ser ciyan, di emrekî gelekî temendar de û di nav zarokên xwe de
20. Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?
Li min bibore
21. Tu yê çi bersivê bidî wî?
De biteqize ji pêş çavê min.