21'emîn salvegare Kovara Nûbiharê
21.09.2013
AMED (DÎHA) - 21'emîn salvegare Kovara Nûbiharê bi mijara Sempozyuma Navneteweyî ya dîn, ziman û nasnameyê des pê kir.
21'emîn salvegare Kovara Nûbiharê bi mijara Sempozyuma Navneteweyî ya dîn, ziman û nasnameyê des pê li vahiya Midûriyeta Şanoya Sekoratiya Çand û Turîzmê despê kir. Di Sempozyumê de ligel gelek beşdaran, endam û rêvebirên Kovara Nûbiharê, Parlementerê BDP'ê Altan Tan, gelek zanyarên ku li derveyî welat û Tirkiyê û hemû civakên sivîl yên li Amedê beşdar bûn. Li ser navê lijneya Sempozyumê axaftina vekirinê Prof.Dr. Ahmet Erkol kir û wiha got: "Bi munasebeta 21'emîn salveger Kovara Nûbiharê bi mijara Sempozyuma Navneteweyî ya dîn, ziman û nasnameyê hat avakirin. Ev Sempozyum saleke xebatên wê berdewam dike. Kovara Nûbiharê 21 salin bi zur û zehmetiyan weşana xwe heya roja îro berdewam kiriye."
Piştî Erkol, edîtor û pêşengê Kovara Nûbihar Suleyman Çevik axivî û diyar kir ku li ser xebete kovara Nûbiharê re 21 sal derbazbûye û wiha got: "Nûbihar bi sekneke îslamî û mirovahî bi daxwaza zimanê kurdî ilm û zanîn geş bibe, zimanê kurdî pêş bikeve di çanda zimanê kurdî xizmet kiriye. Li ber asîmîlasyon û qedexeyan sekneke mirovahî sekiniye. Wêjeya kurdî her roj tiştek din lê zê de dibe. 21 sal li ser xebata Nûbiharê re derbaz bûye em şukur dikîn dinava hemû zehmetiyan de xwe gihad heta roja îro. Ew kesên ku divê xebatê de keda wan heye em spasdarên wanin."Piştî Çevîk, Parlementer Altan Tan axivî. Herî dawî Prof.Dr. Baskin Oran, ji dirokê 1876'an heta niha ji qanûna Esasî mesleya kurdî bi stalaytê axaftinek kir. Sempozyum bi axaftinan berdewam kir.
(ekîp/mae)