21 mamosteyên Amsterdamê ji bo perwedehiyê hatin Amedê
AMED (DÎHA) - Rêveberê Mala Mûzîka Aslanê Levend Aslan ku bi 21 mamosteyên mûzîkê re ku ji bajarê Amsterdamê ji bo perwerdeya muzîkê bidin zarokên Amedê bi hevparî bi Konservatuara Aram Tîgram re dixebîtin diyar kir ku ji bo jî mûzîka kurd sûdê bigirin û perwerde bidin zarokên kurdan hatine Amedê.
21 mamosteyên ku ji rojavaya bajarê Amsterdam a Hollandayê li Mala Mûzîkê ya Aslanê dixebîtin û her hefte bi 82 zimanan dersê muzikê didin 7 hezar û 500 zarokan. Mamoste ji bo perwerdehiyê bidin zarokên Amedê û çanda mûzîka kurdan ji nêz ve nas bikin li Konservatuara Aram Tîgramê bi zarokan re hatin cem hev. Mamosteyên fransî ku di Mala Muzîkê ya Aslan de perwerdehiya muzîkê didin zarokên ku temenên wan di navbera 4-12'an de ji bo perwerdeya muzîkê bidin zarokên kurdan û çanda muzika kurdan ji nêz ve nas bikin bi hevparî ev 3 rojin ku li konservatuara Aram Tîgram a perwerdehiya muzikê didin.
Konservetuara Aram Tigram ê ku ji alî Şaredariya Bajarê Mezîn a Amedê ve bi salan e dersê mûzîkê didin zarokan û çanda muzîka kurdan didin jiyîn, ji bo çand û hunera xwe xurttir bikin û li hemû cihanê bidin nasîn bi mamosteyên Mala Mûzîkê ya Aslanê re bi hevparî perwerdeya mûzîkê dibinin.
Mamosteyê Konservatuara Şarko Kanîwar diyar kir ku ev danûstandina çanda muzikê ya ziman û çanda neteweyan ji bo jiyaneke hevpar gelek girîng dît û wiha anî ziman: " Ev xebata ku tê kirin helbet em ji bo pêşerojê gaveke gelek girîng dibinin. Bivê destpêkê û şûnde dê danûstandinên di navbera me her du aliyan de ji bo alikariyê dê berdewam bike. Dema ku ev mamoste hatin Amedê em li hev civiyan û ji bo pêşketina modeleke baş danûstandinekî kir. Her wiha ji bo afirandina zarokan çêbibe jî dê danûstandinên me berdewam bikin."
'Zarok bi muzîkê hînî çanda xwe bibin'
Kanîwar anî ziman ku mamosteyên ku ji Amstendamê hatine ne ku ji bo çand û muzîka kurdî ji nêz ve has bikin û baş hîn bibin. Kanîwar destnîşan kir ku wan jî hemû cerebeyên xwe yên li ser muzika kurdî bi wan re parvekir û wiha pêde çû: "Li Astemdamê gelek netewe dijin, ji ber vê yekê ji wek bajareke pir çandî tê naskirin. Ev mamoste dema ku dikevin polekê di wê polê de her çiqas netewe hebin bi gorî wan neteweyan perwerde didin xwendekarên xwe. Di wan dibistanan de zarokên kurd ji hene. Ji ber vê yekê ji dema mamoste dikevin dersên wan dixwazin bi çand û zimanê wan perwerde bidin wan. Loma her tim li hemû waran digerin û çanda wê neteweyê ji nêz ve nas dikin."
Kanîwar di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku mamosteyên ku vegeriyan Amstendamê muzîkên ku li vir hînbûne dê li dibistana bi tecrubeyên ku li Amedê hin bûne dê bi zarokên kurdên li wir didin nasîn.
'Armanc ew e ku hemû zarok hînî çanda xwe bibin'
Rêveberê Mala Mûzîka Aslanê Levend Aslan jî li ser armanca hatina wan a li Amedê wiha axivî: "Em li Amsterdamê her hefte nêzî 7 hezar û 500 zarokên ku ziman û neteweyên cuda perwerdehiya muzîkê didin wan. Her wiha nêzî 130 zarokên ku xwedî neteweyên cuda û zimanên wan cuda hene. Me jî xwest ku ji bo ew zarok çand û civaka xwe bi rêya muzîkê nas bikin. Ji ber vê yekê ji em hatin Amedê. Armanca hatina me ya vir jî ev e ku li Amstendamê hemû zarokên ku li cem me perwerde dibinin hînî çanda xwe bibin."
'Divê em vê çandê bidin jiyandin'
Aslan diyar kir ku muzîk çanda hevpar e û divê ew çand bê jiyandin û wiha axivî: "Ev sê roj in ku em li Amedê li di serî de li Konservatuara Aram Tîgramê û hemû cihên ku muzîka çand û civaka gelê kurd dide nîşandan em geriyan û bi wan re jiyan. Bi rastî jî li ser me bandoreke mezin hişt. 21 mamosteyên ku ji Hollandayê hatin vê çandê bi çavên xwe dîtin û nas kirin. Ev ji bo pêşketin û dewlemendiya muzîkê gelek girîng e. Di her muzîkê de civak û jiyanek veşartiye."
(ho/wk)