1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 21 sal dîroka çapemeniya kurd a Newrozê
21 sal dîroka çapemeniya kurd a Newrozê,21,sal,dîroka,çapemeniya,kurd,a,newrozê

21 sal dîroka çapemeniya kurd a Newrozê

A+ A-

Di pîrozbahiya Newroza îsal de dê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û operasyonên siyasî û leşkerî bên şermezarkirin. Dîsa kurd 4 daxwazên xwe yên ziman, nasname, statu û mafê rêxistinbûna xweser bînin ziman. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kiribû ku dê îsal pîrozbahî wekî salên 90'an vegerin serhildanê. Çapemeniya kurd a di navbera salên 1990 û 2011'an de weşan kir, ruhê serhildana Newrozê diyar dike.

Li hemû bajarên ku kurd lê dijîn bi lez û bez xebatên pîrozbahiya Newrozê didomin. Di Newroza îsal de dê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û operasyonên siyasî-leşkerî bên şermezarkirin. Dîsa bi milyonan kurdên derkevin qadan dê komkujiyên li dijî kurdan pêk tên, zext û zordariya li ser kurdan şermezar bikin û 4 daxwazên xwe yên sereke yên ziman, nasname, statu û mafê rêxistinbûna xweser bînin ziman. Newroza îsal ku di bin siya komkujiya Roboskî, erdheja Wanê, tecrîd û operasyonên siyasî û leşkerî de derbas dibe, li bendê ye ku bi ruhê serhildanê bê pîrozkirin. Gelek siyasetmedar newroza îsal dişibînin Newroza salên 90'an. Di vê pêvajoya 21 salan de çapemeniya kurd jî li gel hemû zext zordarî, binçavkirin, girtin, kuştin, bombekirin û sansurê têkoşîna xwe berdewam kir û bê navber weşana xwe berdewam kir. Weşanên çapemeniya kurd rojnameyên Welat, Welatê me, Rojev, Azadiya Welat, Yenî Ulke, Ozgur Gundem, Demokrasî, Yenîden Gundem, Yenîden Ozgur Gundem, Ulkede Ozgur Gundem, Haftaya Bakiş, Gunluk û Ozgur Gundemê her tim weşanên xwe berdewam kirin û her tim şahî û pîrozbahiyên Newrozê bi rengekî herî zindî pêşkêşî civakê kir. Di serhildana Newroza 1992'an de rojnameya Yenî Ulke bi manşeta "Şîna Neteweyî" û "Senaryoya serdegirtina Dewletê" Newroza herêmê bi xwendekarên xwe re parve kir. Pîrozbahiya Newrozê ku ji aliyê gel ve wekî roja raperîn û serhildanê tê zanîn di salên 90, 91, 92 û 93'an de bi xwîn derbas bû. Di sala 1991'an de li Stenbol, Şirnex, Mêrdîn, Amed û gelek bajarên din Newroz bi girseyî hate pîrozkirin. Di sala 1991'an de li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîsan gule reşand ser girsê û 31 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1992'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan gule reşand ser girsê û 94 kesan jiyana xwe ji dest da. Nûcegîhanê Rojnameya Sabahê Îzzet Kezer jî di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da. Rojnameya Yenî Ulkeyê di 29' Adar 4 Nîsanê de manşeta "Ji dewletê senaryoya serdegitinê" bikar anî. Disa sernavên "Hêza T.C'ê xwe ji bo komkujiyên nû amade dike", "Destpêka bahara bi xwîn e?", "Kurdistan ket nava şer", "Şerê navxweşî li ber derî ye" û "Artêşa tirk bi panzêran êrîşî kurdan kir." nivîsand.

Newroz bi Newroz manşetên rojnameya kurdî:

Di sala 1993'an de di rojnameya heftane ya Welatê 3 hefteyan Newrozê bi van hevokan cih da manşeta rojnameyê; 'Newroz te…!', 'Newroz pîroz be' û 'Kurdistan seranser bi kesk û sor û zer xemili' de hat dîtin. Di sala 1995'an de di rojnameya heftane ya Welatê me de manşet bû 'Newroz nebû Nevroz' Di sala 1997'an de di rojnameya heftane ya Azadiya Welat de manşet bû 'Agirê Newrozê venamire!' Di sala 1998'an de di rojnameya heftane ya Azadiya Welat de manşet bû 'Newroz bi girseyî tê pîroz kirin' Di sala 1999'an de di rojnameya heftane ya Azadiya Welat de surmanşet bû 'Bi hêviya serkefinê Newroz we pîroz be'. Di sala 2001'an de di rojnameya heftane ya Azadiy Welat de manşet bû 'Bila ev Newroz bibe Newroza aştiyê' û 'Yan aştî, yan aştî' Di sala 2003'an de di rojnameya heftane ya Azadiya Welat de manşet bû 'Dê agirê Newrozê li her derê gur bibe' Di sala 2004'an de di rojnameya heftan ya Azadiya Welat de manşet bû 'Bila kurtêlxur "Yekitiya Kurdan" ji Newrozê bipirsin' Di sala 2007'an de di rojnameya rojanê ya Azadiya Welat de manşet bû 'Erd û Esîman Ocalan' Di sala 2008'an de di rojnameya rojanê ya Azadiya Welat de manşet bû 'Îro Newrozê' Di sala 2009'an de di rojnameya rojanê ya Azadiya Welat de manşet bû 'Newroz Azadiyê' hat

'Ji qadan dernekevin'

Di sala 1993'an de piştî PKK'ê banga "Ji qadan dernekevn" kir, Newroz bi awayekî asayî hate pîrozkirin. Di sala 1994'an de Parlementerên HEP'ê Leyla Zana û Hatip Dicle jî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta "Newroz piroz be" derket pêş xwendevanên xwe. Li gel hemû qedexeyan Newroz li Stenbol, Edene, Mêrsîn, Dîlok, Tarsus û gelek warên din bi girseyî hate pîrozkirin.

Heyetên biyanî hatin binçavkirin

Di sala 1993'an de komkujiyên li herêmê pêk hatin ji aliyê çapemeniya biyanî ve cihekî mezin girt. Di sala 1994'an de heyetên biyanî ji bo çavdêriyê hatin Tirkiyeyê. Di sala 1994'an de li Wanê 59 çavdêrên Alman li balafirgehê 5 saetan hatin binçavkirin. Li Mêrdînê heyeta Finlandiyayê nexistin qada pîrozbahiyê. Heyeta Alman li Tetwanê rastî lêdana polîsan hatin. Rojnameya Ozgur Gundemê di 20'ê Adarê de gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Her roj Newroz e" kir manşet.

Destpêka OHAL'ê

Di sala 1995'an de Serfermandarê Giştî yê Arteşê Îsmail Hakki Karadayi, peyam şand ji hemû leşkeran re û newroza wan pîroz kir. Newroz ji dewletê re serbest bû, lê li Amed, Meletî, Mêrsîn, Êlih, Edene, Îzmîr, Stenbol û gelek bajarên din li kurdan hate qedexekirin.

Rojnameya Demokrasiyê di Newroza sala 1996'an de bi da bi manşeta "Agirê Newrozê dê li qadan geş bibe" peyam da û diyar kir ku dê gelê kurd Newrozê bi girseyî pîroz bike. Di 21'ê Adarê de Demokrasî bi manşeta "Bila di Newrozê de aştî biherike" weşand. Di 21'ê Adara 1997'an de Rojnameya Demokrasiyê bi manşeta "Newroz piroz be" derket. Di sala 1998'an de li Stenbolê bi tevlêbûna partiyên HADEP, ODP, (SİP) (EMEP) li Kazliçeşme Newroz hate pîrozkirin. Ji wê rojê heta niha li Stenbolê Newroz vedigere serhildana gelê kurd. Rojnaemya Ulkede Gundem di 22'ê Adarê de "Bi 100 hezaran agirê raperînê geş kir" derket.

Pîrozbahiya 1999'

Di sala 1999'an de ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê Newroz bi tevlêbûnek mezintir û serhildanek mezintir hate pîrozkirin. Di Newroza 1999'an de li Edene, Mêrsînê welatî neçûn ser kar û dikan venekirin. Polîsan mudaxaleyî girsê kir û li gelek cihan peevçûn derket. Li gorî daneyên ÎHD'ê li tevahiya Tirkiyeyê 8 lezar 174 kes hatin biçavkirin. Di newroza 2000'an de destur hate dayîn û qadên Newrozê ji aliyê 100 hezaran welatî ve hatin dagirtin û peyamê aştiyê hatin dayîn. Rojnameya Ozgur Bakişê di 20'ê Adarê de "Gel ji Newrozê re amade ye" da. Di sala 2001'an de rojnameya Gundem di 22'ê Adarê de bi manşeta "Erz û ezman serhildan" derket.

Newroza 2011'an bû Newroza Xweseriya Demokratîk'

Di Newrozê 2003'an de Rojnameya Yenîden Ozgur Gundem bi manşeta "Li dijî Dehaqê Agirê Newrozê" derket. Di sala 2004'an de Ulkede Ozgur Gundem di 22'ê Adarê de bi "Gel ber bi Azadiyê ve dimeşe" derket. Di sala 2005'an de Ulkede Ozgür Gundem di 20'ê Adarê de "Ocalan di Newrozê de projeya demokrasiyê aşkere dike"

Rojnameya Ulkede Ozgur gundem di 21'ê Adara 2006'an de bi manşeta "Dora gotinê ya Amedê ye" derket. Di sala 2007'an de Rojnameya Guncel bi manşeta "Newroz piroz be", di sala 2008'an de Rojnameya Haftaya Bakiş bi manşeta "Newroza Xweseriya Demokratîk", di sala 2009'an de Rojnameya Gunluk "hilbijartina milyonan" di 2010'an de Rojnameya Gunlukê "Erd û Ezman Newroz" û "Milyonan got erê, Di 2011'an de rojameya Gunlukê bi manşeta "Jiyan bû Newroz" derket.

(aw/mae)