21 sal in nikare bi axive
21 salin ji ber darbeya polîsan nikare bi axive
Welatiyê bi navê Nurettin Alcan, ku di meşa merasima cenazeyê Vedat Aydin a 10'ê Tîrmeha 1991'an de li Amedê ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hat û birîndar bû, rapora ji sedî 45 astendariyê girtibû. Nurettin Alcan (41) ku rastî lêdana polîsan hatibû, 21 salin nikare derkeve dervê malê û nikare bi axive.
Serokê Partiya Keda Gel (HEP) ya Amedê Wedat Aydin di 5'ê Tîrmehê de ji aliyê tîmên taybet û endamên JÎTEM'ê ve hat revandin û piştî cenazeyê wî di bin pira Madenê de hat dîtin di 10'ê Tîrmeha 1991'an de ji aliyê 100 hezar gelê Amedê ve li Goristana Deriyê Mêrdînê hatibû definkirin. Di merasima cenaze de polîsan gule li ser gel barandibû û gelek kes bi copan birîndar kiribûn. Polîsan bi guleyên rastîn êrîşî gel kir û gelek kes birîndar bûn. Di êrîşa polîsan a di merasimê de welatiyê bi navê Nurettin Alcan jî rastî lêdana polîsan a bi copan hat û birîndar bû. Alcan dema rastî êrîşa polîsan hat birîndar bû û rakirin nexeşxaneyê. Alcan li nexweşxaneyê ji sedî 45 rapora astendariyê girt. Alcan ku piştî rastî êrîşa dijwar hat û şoq derbas kir 21 salin travma ji ser xwe neavêtiye û nikare bi axive. Alcan ku dema rastî êrîşa polîsan hat 20 salî bû û niha li gel temenê wî bûye 41 salî jî 21 salin nikare biaxive. Alcan ku piştî rastî êrîşa polîsan li pey êrîşê salek şûnde li gel raporê ew şandin leşkeriyê. Piştî 14 salan leşkerî kir ew rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Enqereyê. Nexweşxaneya Leşkerî rapora "Nikare leşkeriyê bike" da û Alcan şand malê. Alcan 21 salin ji bilî çûn û hatina nexweşxaneyê nikare derkeve dervê malê û nikare bi axive. Malbata Alcan ji bo kurê wan baş bibe li gelek nexweşxane û doktoran gerand, lê heta niha tu başbûn çênebû. Her carak ku dengê çekan tê Alcan, alcan ji cihê xew dipengize û çeng dibe. Alcan, ku bi dermanên aramiyê li ser piyan dimîne, piştî 21 sal şûnde bi zahmetiyek mezin ji ajansa me DÎHA'yê re axivî. Alcan, diyar kir ku di merasimê de polisan cop di serê wî de lêxistin û hevsengiya xwe winda kiriye. Alcan, da zanîn ku wê demê polîsan ketober û bi awayekîe hovane êrîşî welatiyan dikir û darbeya mirinê li welatiyan dida.
Nurettin Alcan, da zanîn dema girsê darbesta Vedat Aydin dabû ser milê xwe û ber bi Goristana Deriyê Mêrdîn ve dimeşiya polîs û tîmên taybet ên bi rûpoş gule reşandin ser gel û bi copan ketin nava girsê. Alcan, ani ziman ku welatiyên rastî gulebaranê hatin ber bi Fiskaya û Baxçeyên Hevselê ve reviyan ew jî rastî êrîya polîsan a xedar hat û wiha got: "Her cara ku dengê çekan tê min û her cara ku dîmenên êrîşa polîsan tê ber çavên min ez wêroja êrîşa merasima cenazayê Vedat Aydin ji nûve dijîm. Ji ber vê yekê ez nikarim di televîzyonê de van dime nû nûçeyan temaşe bikim. Girseya merasima Vedat Aydin pir pir zêde bû. Bi çekan êrîşî girsê kirin." Alcan dema ku serpêhatiyên xwe vedigot ji ber ku di axaftinê de pir zanmedî dikişand dest û pî û serê xwe dijand û bi lalikî di axivî.
'Kurê min bi seqetî birin leşkeriyê'
Bavê Alcan, Behçet Alcan jî diyar kir ku kurê wî bi seqetî û rapora ji sedî 45 astengdar e birin leşkeriyê û 21 salin ezab dijî. Bavê Alcan Behcet Alcan, anî ziman ku ew kurê xwe bi dermanê Akineton aram dike û wiha got: "Hêj kurê min pir ji polisan ditirse. Her ku dîmenên êrîşa polîsan a li hemberî girsê tê ber çavên wî derûnî xera dibe û di liv û tevgera wî de guhertin çêdibe. 21 salin kurê min di nava îşkenceya derûnî de dijî. Bi zorê kurê min birin leşkeriyê. Bi halê seqet 14 mehan leşkeri pê kirin. 21 salin min kurê xwe li gelek nexweşxaneyan gerand, lê hêj min tu derman ji kurê xwe re nedîtiye. Polîsan bi copan li serê kurê min dan û xistin vî halî. Kurê bin bihata girtin û 21 salan di girtigehê de bimaya ew qas ezab nedikişand."
(mae)