1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 249 leşker hatin kuştin
249 leşker hatin kuştin,249,leşker,hatin,kuştin

249 leşker hatin kuştin

Bîlançoya Şer a meha Hezîranê: 249 leşker hatin kuştin

A+ A-

Behdînan - HPG’ê bîlançoya şerê dijwar ê di meha hezîranê de di navbera berîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de qewimîn aşkere kir. Li gorî bîlançoya ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ve hat aşkerekirin, di meha hezîranê de 249 leşker hatin kuştin û 24 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Tirk artêşa Tirk di hezîranê de 53 operasyonên bejayî, 16 êrîşên hewayî, 8 êrîşên bi kobra û 26 êrîşên bi tankan pêk anî. Di hezîranê de 44 pevçûn qewimîn. Gerîlayan di hezîranê de 38 çalakî li dar xistin û di van pevçûn çalakiyan de 249 leşker û polîsên Tirk hatin kuştin û 24 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Di pevçûnan de 160 leşker birîndar bûn.

NAVÊ ÇARESERIYÊ OPERASYON E

AKP’ê û alîgirên wê îdîa dikirin ku di meha hezîranê de çareserî zêde bûne, lê di vê mehê de operasyonên artêşa Tirk gihiştin asta herî jor. Di gulanê de artêşa Tirk 31 operasyon û 2 êrîşên hewayî pêk anî. Lê di meha hezîranê de 53 operasyonên bejahî, 16 hewayî, 26 bi tank û topan û 8 êrîşên bi kobrayan pêk anî.

BERXWEDANA GERÎLAYAN XURT BÛ

Gerîlayên HPG’ê di meha hezîranê de hêza xwe ya li hemberî êrîş û operasyonan nîşan da. Gerîlayên HPG’ê di demên borî de zêde bi artêşa Tirk re nediket nava pevçûnan. Gerîlayan di hezîranê de textîk guhertin û çalakiyên xwe zêde kirin. Di meha hezîranê de gerîlayan 38 çalakî li dar xistin û 44 pevçûn qewimîn.

OPERASYONA ŞOREŞGERÎ

Gerîlayên HPG’ê di meha hezîrnaê de “Operasyona Şoreşgerî” li hemberî hemû operason û veguhestina leşkerî ya ber bi sînoran ve pêk anî. Di 19’ê hezîranê de, di encama çalakiya gerîlayan a li herêmên Oremar û Şitazin ên Colemêrgê pêk hat de herî kêm 109 leşkerên Tirk hatin kuştin û zêdetirê 100 leşker jî birîndar bûn. Gerîlayan bi vê “operasyona şoreşgerî” bersiveke mezin da êrîş û operasyonên artêşa Tirk.

ŞER BELAV BÛ

Di meha hezîranê de aliyê din ku balê dikişîne jî gerîlayên HPG’ê l ili bajarên Tirkiyeyê bersiv da artêşa Tirk. Ji Belendê heta Trabzonê li qadên cuda çalakî pêk hatin. Ligel hedefên leşkerî çalakiyên ku aboriya Tikriyeyê hedef digirtin jî pêk anîn. Çalakiyên li hemberî xetên boriya petrolê ya Tirkiye- Iraq û Îran-Tirkiyeyê jî, derxist holê ku qadên hedefê yên gerîlayan gelek berfirehin.

5 HELÎKOPTER HATIN XISTIN

Di meha hezîranê de aliyê din yên şer çalakiyên geîlayan ya li hemberî hêzên hewayî ya artêşa tirk bû. di meha hezîranê de gerîlayan 5 skorsky hatine xistin 3 kobra û 8 skorsky bi giştî 11 helîkopter jî derb kirin.

LEŞKEREK SERBEST BERDAN

ji aliyê HPG’ê ve di du mehên dawî de di serî de leşkerên tirk û rêveberên AKP’ê gelek girtin pêk hatin û di meha hezîranê de yek leşker 7 kes hatibûn girtin û ji van yek AKP’î û leşkerek serbest berdan.

Li gorî hin çavkaniya tê gotin ku HGP’ê leşkerê bi navê Alî Sabanci ji ber ku sûcê wî ji bilî leşkeriyê tiştek nîne serbest berdaye. Her wiha gerîla li hemberî leşkerên artêşa tirk çiqas bi edalete jî nîşand aye. Ligel vê wekî pevçûna Oremarê ya pêvajoya berê leşker çwa teslîmê gerîla bûnejî pêşiya wê vebike.

AGAHIYÊN BÎLANÇOYÊ

Di daxuyaniya ku HPG’ê daye de hate tespîtkirin ku encamên 22 çalakî û pevçûnan kirin. 9 wesayîtên leşkerî, çeka 1A4, 2 dûrbînên Nîcon, cîhazeke termal ji aliyê gerîlayan ve hatiye rûxandin. Ligel vê gerîlayan du çekên tîpa melez a HK33, çeka otomotîk ya BKC û demanceyek jî desteser kirine.

Gerîlayên HPG’ê 18 maşîneyên kar, 3 dozer, kamyonek û kepçeyek ku yê kesên bi artêşa tirk re hevkariyê dike jî rûxandin.

24 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DA

HPG’ê der barê wendahiyanda jî da zanîn k udi meha hezîranê de 24 gerîlayan jiyana xwe ji dets daye û ji vana 14 gerîla di pevçûnên Qereqola Şîtazin û derdora wê de jiyana xwe ji dest dane.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî