1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 24 hunermendên Bakurî pêşangeh vekirin
24 hunermendên Bakurî pêşangeh vekirin,24,hunermendên,bakurî,pêşangeh,vekirin

24 hunermendên Bakurî pêşangeh vekirin

24 hunermendên Bakurî pêşengeha wêneyan vekir

A+ A-

24 hunermendê kurd bi navê "Bakur" li Galeriya Hunerê ya li Parkasumerê ya Amedê bi zêdeyî 60 berhemê xwe pêşengeh vekirin. Gelek hunermend û welati tev li pêşengehe bûn û pêşengeh rastî eleqeyek mezin hat.

Bi kordîneya hunermen Bariş Seyidvan û orginîzeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi pêşandana berhemên 24 hunermendên kurd li Galeriya Hunerê ya Amedê pêşengeha bi navê Bakur ku ji zideyî 60 berhemên girafîk, peykel, boyaxa zeytê û cîhkirin pêk tê pêşengeh vekir.

Di pêşengehê axafitina fekirinê wênesaz Mehmet Kapçak kir. Kapçak diyar kir ku ev 24 hunermendê hevalên wan xebatên gelek pîroz derxistine holê. Kapçak di berdewama axaftina xwe de wiha got; "Van hevalên me ji qopyayê dûr hunerê xwe di vê pêşengehê de raxistine ber çavan. Ez van hevalên xwe pîroz dikim." Hunermend Bariş Seyitvan jî diyar kir ku cara ewil e li Amedê xebatek bi vî rengî tê li darxistin û hêvîdarin ku berdewama van pêşengehan bê kirin. Hunermend Seyitvan di derbarê armanca xebatên xwe de wiha got; "Me xwest ku çiqas hunermendê me heye bi berhemên xwe bên cem hev û bên nasîn." Seyitvan , da zanîn ku gelek kes îro ji xwe re dibêjin em hunermend in. Lê deme ku ew li xebatên wan dinerin an qopyayi an jî tu wate nedane xebat ên xwe. Seyitvan di berdewama axaftina xwe de wiha got; "24 hunermendê me yên ku di vê Pêşengehê de hatine cem hev hemû berhemên derxistine holê tiştên di jiyana xwe an jî di jiyana civakê de hatiye jiyîn bi çavdêriyên xwe derxistine holê." Seyitvan di dawiya axaftina xwe de aşkera kir ku hunermendê di vê pêşengehê de berhemên xwe pêşandin e dîmen, çand û rengê jiyana ku ew dijîn, dibîne.

Welatî bi baldari li pêşengehê geriyan û eleqeyek mezin nîşanî pêşengehê dan.

(zb/mae)