1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 25 Kesên di qezayê de jiyna xwe jidest dan hatin veşartin
25 Kesên di qezayê de jiyna xwe jidest dan hatin veşartin,25,kesên,di,qezayê,de,jiyna,xwe,jidest,dan,hatin,veşartin

25 Kesên di qezayê de jiyna xwe jidest dan hatin veşartin

A+ A-

Cenazên yek jê şîrmij 25 kesên ku doh li ser riya Amed û Êlihê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe jidest dan li bajarên wan hatin veşartin.

Yek jê şîrmij 25 kesên ku doh li ser riya Amed û Êlihê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe jidest dabûn îro li bajarên wan li ber rondikan hatin veşartin. 19 kesên ku ji Sêrtê ne û li nexweşxanên Amed, Êlih û Bismilê jiyana xwe jidest dan, Waliyê Sêrtê Musa Çolak, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên saziyên sivîl jî di nav de ji aliyê bi sedan kesî ve hatin veşartin.

Cenazên 6 kesên ku ji Amed, Riha û Semsûrê ne jî ji aliyê malbatên wan ve hatin girtin û hatin veşartin. Navê kesên ku di qezaya wekî qetlîamê de jiyana xwe jidest dane wiha ne: Mugdat Adsız, Hîkmet Yolbaş, Îbrahîm Dayan, Tefîk Tekek Haciemînoglu, Ferît Gulaydin, Yavuz Emlak, Şakîr Beydogan, Tevfîk Turhan, Şakîr Elçî, Rabîa Elçî, Sakîne Uyanik, Emîne Adsiz, Suleyman Alan, Veysî Alan, Şukru Aksu, Elanur Acar (şîrmij), Asiye Acar (dayîka wê), Mehmet Acar, Rıdav Akalu, Recep Kurt, Zulkuf Tosun, Celal Fîdan, Gulî Aykur, Bakır Aplak (ajokarê Tirê) û Nurullah Ak.

Tedawiya 13 kesên ku rakirin nexweşxanên Amed, Bismil û Êlihê jî berdewam dike.

DÎHA (ak)