1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 276 karker jiyana xwe ji dest dan
276 karker jiyana xwe ji dest dan,276,karker,jiyana,xwe,ji,dest,dan

276 karker jiyana xwe ji dest dan

Di 3 mehên ewil ên 2014'an de 276 karkeran jiyana xwe ji dest dan

A+ A-

09:07 27.04.2014 1 / 6 STENBOL (DÎHA) - Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî, 28'ê Nîsana 2001 wekî Roja Tenduristî û Ewlehya Xebatê ya Cîhanê îlan kir. Lê kuştina kar her ku diçe zêde dibe. Li Tirkiyeyê di 3 mehên ewil ên 2014'an de 276 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Endamê Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran Murat Çakir, anî ziman ku ewlehiya ku li pêş qezayên kar bên girtin, karsaz ji bo xwe wekî mesrefa zêde dibîne û detbîrê nagire. Çakir, anî ziman ku ji bo karsazekî mirina karkeran bêtir erzan e.

Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî, 28'ê Nîsana 2001 wekî Roja Tenduristî û Ewlehya Xebatê ya Cîhanê îlan kir. 28'ê Nîsanê li 30 welatên cîhanê wekî roja fermî hat qebûlkirin û li vna welatan wekî "Roja bîranîn û şînê" tê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê qezayên kar bê hesap û kiab zêde dibin û nayên parastin. Li Tirkiyeyê di 3 mehên ewil ên 2014'an de 276 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran kuştina karkeran zêde dibe. Di meha çile de 87, meha Sibatê de 77, meha Adarê de 112 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2013'an de hezar û 235 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Endamê Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran Murat Çakir, anî ziman ku ewlehiya ku li pêş qezayên kar bên girtin, karsaz ji bo xwe wekî mesrefa zêde dibîne û detbîrê nagire. Çakir, anî ziman ku ji bo karsazekî mirina karkeran bêtir erzan e.

Çakir, anî ziman ku heta 21'ê Nîsanê jî 72 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Çakir, da zanîn ku di mirinên karkeran de ji 3 paran parek di sektorên înşaetê de pêk tên û ji ber ku karsaz tedbîran ji bo xwe wekî mesrefa zêde dibîne ev qeza pêk tên. Çakir, da zanîn ku di înşaeta Torunlar Center a Mecîdiyekoy de ciwanê 19 salî ji selikê ji qadê 15'an ket xwar û jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Lê rojname û televîzyonan wekî reklam da û ser bûyerê nuxamt. Gelek qezayên sedemên wan hêsan pêk tên. Karmend mirina karkeran ji bo xwe erzan dibinin û detbîran li hemberhî qezayan ji bo xwe mesref dibînin. Herî zêde di setrora înşaetan de qeza pêk tên. Karê ku di 3 10 rojan de dixwazin di 4 rojan de xelas bikin. Di qezayên çandiniyê de jî ji ber çûn û hatina rê ya ne guncav qeza zêde pêk tên. Divê pirsgirêka karên çandiniyê jî bi lezgîn bê çareserkirin. "

Çakir, anî ziman ku divê zagonên tên guherdin ji bo parastina mafên karkeran, tenduristiya karkeran û ewlehiya kar bên guhertin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê hemû qezayên kar wekî cînayet bên qebûlkirin û der barê berpirsiyaran de lêpirsîn bê vekirin. Ji bo tenduristî û ewlehiya karkeran a kar divê pirsgirêka cih, ragihandin û xwedîkirinê bê başkirin û xurtkirin. Dîsa divê şert û mercên kar û xebatê bên başkirin û tedbîrên ewlehiyê bên stendin. Karkerên zarok, karkerên teqewît, jin, zarok û karkerên kurd bê sendîka û bê rêxistin in û ji ber vê yekê mafê wan nayê parastin. Divê ji bo ewlehî û tenduristiya van kesan jî zagon bên rastkirin û mafe wan bê parastin. Em berî 1'ê Gulanê Roja Cejna Karkerên Cîhanê bang li her kesî dikin ku ji bo parastina mafên xwe dakevin qadan."

(mae)