1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 27 girtî hatin sirgûnkirin
27 girtî hatin sirgûnkirin,27,girtî,hatin,sirgûnkirin

27 girtî hatin sirgûnkirin

27 girtî ji girtîgeha Midyadê sirgûnî girtîgeha Tekîrdagê hatin kirin

A+ A-

Hate diyar kirin ku ji girtîgeha Tîpa M a Midyadê, di 21 Çile de 27 giriyê siyasî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F û M ya Tekîrdagê hatin kirin. Li ser navê girtiyan girtiyê bi navê Hakki Akinci, bi malbata xwe re bi riya têlofonê bi axiviye û diyar kiriye ku ew ji 21 Çile ve hatine sirgûnkirin û piştî sirgûnê binpêkirina mafan zêde bûye.

Hate zanîn ku ji girtîgeha Tîpa M a Midyadê, di 21 Çile de 27 giriyê siyasî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F û M ya Tekîrdagê hatine kirin. Ji 27 girtiyan 18 kes şandin Tîpa F û 9 kes jî şandine Tîpa T yê. Hate hînbûn ku tu hîncet nehatiye nîşandan û ew sirgûn kirine. Li ser navê girtiyan girtiyê bi navê Hakki Akinci, bi têlefonê li malbata xwe ya ku Êlihê dimînin geriya ye û agahiya sirgûnê daye malbata xwe. Akinci, diyar kir ku ew nizanin ji ber kîjan hîncetan û bê hîncet hatine sirgûnkirin û daye zanîn ku piştî ew hatine sirgûn kirin di koguşên ku ew tê de dîminin binpêkiran mafan derketiye asta herî jor. Akinci, destnîşan kirin ku tenê saet di navbera 24.00 û 07.00’an de avê didin wan û her tişt bi awayekî buha difiroşin wan. Akinci, da zanîn ku kîloya firingiya bi tenê 5 TL’yan difiroşin û wan hemû zexîreyan bi pereyek zêde difiroşin. Akinci, destnişan kir hemû alavên wan ên wek gustîl, kemera navê, pêlav û rûyê doşekan ji wan sitendine.

(bg/mae)


Bêjeyên Miftehî