28'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî
28'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî tê lidarxistin
Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê YXK û JXK'ê ve tê lidarxistin, îsal cara 28'an pêk tê.
Bi wesîleya 30'emîn a salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî îsal bi çalakî û bernameyên cuda tê pîrozkirin. Bernameya pêşbirkê wê piştre li ser hesabên medya dîjîtal bê parvekirin.
Komîteya amadekar li ser pêşbirka çîrok û helbestan ev agahî parve kir:
* Çîrok û helbest divê bi zimanên Kurdî (Soranî, Kurmancî, Kirmanckî), Elmanî, Îngilîzî û Tirkî bin.
* Berhem divê beriya niha li cihekî din nehatibe weşandin.
* Tenê bi helbestekê yan jî bi çîrokekê beşdar dikare tevlî pêşbirkê bibe.
* Herî dereng divê heta 15.09.2021'an ji adresa hatiye diyarkirin an jî e-mailê re bê şandin.
Agahiyên berfireh li ser hesabê medya dîjîtal an jî e-mailê ya li ser afîşê dikarin bêne peydakirin.
Komîteyê bi daxuyaniyekê bang li welatparêz, demokrat û wêjehezan kir ku tevlî pêşbirkê bibin. Agahiyên hîn berfireh wê rojên bê werin parvekirin.