1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 28'ê Adarê Amedî dê bimeşin
28'ê Adarê Amedî dê bimeşin,28,ê,adarê,amedî,dê,bimeşin

28'ê Adarê Amedî dê bimeşin

MEYA-DER û Rêxistina BDP'a Amedê bi munasebeta 6'emîn salvegera 28'ê Adarê bûyerên Amedê dê meşeke girseyî lidar bixin

A+ A-

MEYA-DER û Rêxistina BDP'a Amedê bi munasebeta 6'emîn salvegera 28'ê Adarê bûyerên Amedê dê meşeke girseyî lidar bixin.

Bi munasebeta 6'emîn salvegera 28'ê Adarê bûyerên Amedê ku ji aliyê kurdan ve wekî "serhildan" tê binav kirin li Amedê dê meşeke girseyî bê lidar xistin. Meşa ku ji aliyê MEYA-DER û BDP'a Amedê ve roja 28'ê Adarê dê bê lidar xistin saet di 12:00'an de ew ê destpê bike. Meş li cihê bûyerên 28'ê Adarê destpê kiribû li ber mizgefta Şefîk Efendî dê destpê bike û li goristana Yenîkoyê dê bidawî bibe. Parlementer û Şaredarên BDP'ê jî dê tevlî meşê bibin. Piştî meşê girse dê biçe goristanê û kesên ku di bûyerên 28'ê Adarê de jiyana xwe jidest dabûn dê bibîr bîne. MEYA-DER û BDP'a Amedê der heqê meşê de daxuyaniyeke nivîskî weşanedin û banga tevlîbûna meşê kirin.

Piştî ku 14 HPG'iyên 24'ê Adara 2006'an li bejahiya Şeniya Mûşê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û 28'ê Adarê li Amedê hatin veşartin bûyerên 28'ê Adarê destpê kiribûn. Di bûyerên ku nêzî hefteyekê dewam kirin de 7 jê zarok 13 kes di encama gullebarana polîsan de jiyana xwe jidest dabûn.

(ak)