2'emîn Rojên Hunerê didome
2'emîn Rojên Hunerê ya Konservatuvara Aram Tîgran didome
AMED (DÎHA) - 2'emîn Rojên Hunerê ya Konservatuvara Aram Tîgran di roja 2'emîn de, bi pêşkêşkirina berhemên xwendekaran berdewam kir. Xwendekaran hunerên xwe yên şanoyê pêşkeş kirin.
2'emîn Rojên Hunerê ya Konservatuvara Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di roja 2'emîn de bernameyên xwe yên cuda pêşkêşî hezkiriyên xwe kir. Rojên Hunerê ya Konservatuarê şevê din li salona Şanoya Bajar a Amedê şano pêşkêş kir. Di şanoyêde li gel gelek hunermend û nivîskaran, mamoste û xwedekarê Konservatuvara Aram Tîgran û gelek hemwelatî amade bûn. Şano bi lîstika "çewlîka Ajalan" dest pê kir. Lîstika ji aliyê niviskar Omer Dilsoz ji zimanê biyanî ya berhema George Orwell ve hatî wergerandin. Dûyemîn care xwendevanê beşa şanoyê derfet dibînîn ku lîstîken xwe bilîzin, yekemîn car ji aliyê xwendekarê par ve hat lîstikandin û îsal jî ji aliyê xwendekarenve lîstika binavê "Çewlîka Ajalan" hat pêşkeşkirin. Lîstika xwendekaran rastî eleqeyek mezin hat. Temaşevanan li ser piyan li çepikan dan. Pîştî lîstik bi dawî bû, kesên ku keda wan dî şanoyêde hebû, wergerwanê lîstikê niviskar Omer Dilsoz, Sêwirînerê Dekorê Eren Karakuş, Sêwirînerê kostumê îsmaîl Oyur, Sêwirînerê Afîşê Bahar Demîrtaş, Sêwirînerê Ronahiyê Bayram Can, Mamoste û Derhênerê lîstkê Berrîn Çelîk û Rêzan Kaya dawetî ser dîkê hatin kirin. Ji aliyê Serokê Beşa Çandê ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muharrem Cebe jî gul pêşkeşî kedkar û lîstikwanan hat kirin.
(my/mae)