1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 2 hezar û 390 ciwan vegeriyan Kobanê
2 hezar û 390 ciwan vegeriyan Kobanê,2,hezar,û,390,ciwan,vegeriyan,kobanê

2 hezar û 390 ciwan vegeriyan Kobanê

A+ A-

KOBANÊ(DÎHA) – Kobanê piştî ku berxwedana 134 rojan hate rizgarkirin her roj hejmara mirovên li kolanên bajar digerin zêde dibin. Rayedaran diyar kirin ku piştî ku bajar hate rizgarkirin şûnde hezar û 470 malbat, 2 hezar û 390 ciwan vegeriyan Kobanê.

Piştî ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê di 26’ê Çileyê de hate paqjkirin hejmara kesên ku vedigerin bajar her diçe zêdetid dibe. Di 15’ê Îlona 2014’an de piştî ku êrîşên çeteyan dest pê kir bi lez û bez ji bajar veqetiyan û hatin bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedigerin Kobanê. Welatiyên ku ev nêzî 5 meh in li Kurdistan û Tirkiyeyê di bin şert û mercên giran de têkoşîna jiyanê didin dema ku vedigerin li Deriyê Sînor ê Serxetê ji aliyê peywirdarên asayîşê ve tên pêşwazîkirin. Bi taybetî jin û zarok dema ku ji derî derbas dibin peywirdarên asayîşê û şervanên YPG û YPJ’ê bi nîşaneyên serkeftinê û bi dirûşmên “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” silav didin wan.

Pêdiviyên welatiyên ku vedigerin ji aliyê yekîtineya lojîstîkê ve tên bicihanîn. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li bajar pêdiviyên wekî xwarin, cih, ceryan, av û binesaziyê ji derve tên bicihanîn. Lİ bajar roj bi roj hejmara welatiyên sivîl zêde dibin lê li aliyê din li kolanên bajar topên hewanê yên neteqiyane û mayîn ji bo sivîl û zarokan dibe xetereyeke mezin.

Hezar û 470 malbat vegeriyan

Vegerên Kobanê li Deriyê Sînor ê Serxetê ji aliyê rayedaran ve tên qeydkirin. Rayedarên ku der barê vegeran de agahî dan diyar kirin ku ji 26’ê çileyê heta niha hezar û 470 malbat vegeriyane. Li gorî agahiyên ji komîteya alîkariyê hatin girtin hezar û 470 malbat vegeriyan û ji malbatên vegeriyan 940 malbat li rojhilatê bajar, 303 malbat li başûrê bajar û 227 malbat jî li rojavayê başûr hatin bicihkirin. Rayedadar dan zanîn ku 2 hezar û 390 ciwan jî ji deriyê sînor derbasî Kobanê bûne, ji bo înşakirina Kobanê veger jî didomin.

(sa/wk)