1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 2. Konferansa Jinan di 22 Gulanê pêk tê
2. Konferansa Jinan di 22 Gulanê pêk tê,2,konferansa,jinan,di,22,gulanê,pêk,tê

2. Konferansa Jinan di 22 Gulanê pêk tê

Piştî çend civînên komîteya amadekar a 2. Konferansa Jinanê Kurd a Neteweyî ji bo raya gîştî daxuyaniyek li ser navê komîteya amadekar hat dayîn

A+ A-

Piştî çend civînên komîteya amadekar a 2. Konferansa Jinanê Kurd a Neteweyî ji bo raya gîştî daxuyaniyek li ser navê komîteya amadekar hat dayîn. Hate destnîşankirin ku berî niha ji ber hinek nêzakatiyên aliyên komîteyên amadekar Tevgera Jinên Azad û Demokratik (DOKH), Koma jinên Bilind (KJB), gelek tevgerên jinanan dabûn zanîn wê ger ev nêzîkatiyên antî demokratik neyên derbaskirin boykot bikin. Li ser vê yekê komîteya amadekar dazanîn ku dê 2'emîn Konferansa jinanê Kurd di 22-23-24’ê Gulanê de li Hewlêr pêk bînin.

Komîteyê amadekar, der barê pêkanîna 2'emîn Konferansa Jinanê Kurd a Neteweyî, bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê konferansê di 22-23-24’ê Gulanê de li Hewlêr pêk bînin. Komîteyê di daxuyaniyê de destnîşankir ku berî niha jiber hinek nizakatiyên aliyên komîteyên amadekar Tevgera Jinên Azad û Demokratik (DOKH), Koma jinên Bilind (KJB), gelek tevgerên jinanan dabûn zanîn wê ger ev nêzîkatiyên antî demokratik neyên derbaskirin boykot bikin. Li ser vê komîteya amadekar di 12 meha gulanê civîna xwe lidarxist û gihaştin encamek ku hemû aliyên siyasî, saziyên sivîl, kesên nav têkoşîna jinan xebat dikin wê beşdar bibin. Komîteyê amedekar da zanîn ku dê 2'emîn konferansê di 22-23-24’ê Gulanê bi beşdarbûna 186 delegan li Hewlêr pêk bînin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “1: Dibe jin ji bo çareserkirina pirsa Neteweyî rolê di konferansê de bilîze. 2: pirsgirêka jinên Kurd li hemû beşê Kurdistan gotûbêj bikin û şivazê çareserî destnîşan bikin. 3: Li ser çawatiyê gotûbêj bikin. 4: Divê ji bo jinanê Kurd navendek bê avakirin."

(ak/mae)