1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 2. Rojên Hunerê ya Konservatuvara Aram Tîgran
2. Rojên Hunerê ya Konservatuvara Aram Tîgran,2,rojên,hunerê,ya,konservatuvara,aram,tîgran

2. Rojên Hunerê ya Konservatuvara Aram Tîgran

A+ A-

AMED (DÎHA) - Xwendekarên Konservatuvara Aram Tîgran di nava salê de bi 2'emîn Rojên Hunerê ya Konservatuvara Aram Tîgran firsenda tiştên ku fêrbûne pêşkeş bike dît. Şahîya 2'emîn Rojên Hunerê ya Konservatuvara Aram Tîgran dest pê kir.

Konservatuvara Aram Tîgran a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê îsal 2'yemîn Rojên Hûnerê ya Konservatuara Aram Tîgran li dar xist. Rojên Hunerê ya Konservatuarê şevê din li salona Şanoya Bajar a Amedê pêk hat. Vekirina şahiya konser û pêşangehê bi tevlibûna , Egîdê Cimo, Serokê Beşa Çandê ê Şaredariya Mezin Muharrem Cebe, mamoste û xwedekarê Konservatuvara Aram Tîgran û gelek hemwelatî amade bûn. Şahî bi pêşangeha xwendekarê başa wêneyan dest pê kir. Pîştî vekirinê kokteyl hat dayîn. Di bernama beşa konserê de jî bi "Projeya bilbil" a Olcay Bayir, hûnermedê fîlîstînî Rohana derket ser dîkê. Hunermendan di bergeha naveroka projêyêde berhemên bi zimanê , kurdî, tirkî, erebî, rumî û ermenî bi bi hunandineke cuda nîrxand. Di konserê de Olcay Bayir dîyar kir ku ew xwe di mala xwede hîs dîke û wiha pêde çû "Em her dû hûnermed her yek ji neteweke cuda ne. Me di navbera xwe de zimanê aşitiyê di mûzîkê de girt. Hêvîdarim ku wê ji hemû cîhanê re bibe mînak û Aram Tîgran bibîr anî. Bayir, berhema Aram Tîgran a bî navê Ay Dîlberê xwend û piştî konserê ji bo her du hunermendan li ser pîyan0 çepik hate lêdan Serokê Beşa Çandê ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muharrem Cebe jî gûl pêşkeşî hûnermendan kirin.

(my-dm/pu/mae)