'2 ruyên rastiya tal' jî piştgiriyê didin pêvajoyê
Xwendekarê Beşa Wênekêşiyê yê Lisansa Bilind a Zanîngeha Marmarayê Kamuran Erkaçmaz malbata PKK'iyan û leşkeran anîn tenişta hev
M. EMÎN DEMÎR / METÎN ÎNAN Xwendekarê Beşa Wênekêşiyê yê Lisansa Bilind a Zanîngeha Marmarayê Kamuran Erkaçmaz, bi xebata wêneyan a "2 ruyên rastiya tal" li navçeya Tarsûsa Mêrsînê malbata PKK'iyan û leşkeran anîn tenişta hev. Dayika endamê PKK'ê Osman Demîr ê di sala 1992'an de li çoltara Qilebanê di şer de jiyana xwe ji dest da Fatım Demîr diyar kir ku 21 salin cenazeyê kurê xwe wernegirtiye. Kalikê leşkerê di sala 2011'an de li Gurgumê di şer de jiyana xwe ji dest da Abdulmecit Yildirim Abdulmecit Yildirim jî diyar kir ku li hemberî wan dijmin tune ku çekan li hev bikişînin.
Xwendekarê Beşa Wênekêşiyê yê Lisansa Bilind a Zanîngeha Marmarayê Kamuran Erkaçmaz, bi xebata wêneyan a "2 ruyên rastiya tal" li navçeya Tarsûsa Mêrsînê malbata PKK'iyan û leşkan anîn tenişta hev. Erkaçmaz, diyar kir ku ji bo beşa lê dixwîne tez amade kir û di 13'ê kanunê de biryara xebata mijara "2 ruyên rastiya tal" da û di çarçoveya xebatê de li Edene, Mêrsîn, Ceyhan, Hatay û Tarsusê bi malbatên gerîla û leşkeran hate cem hev. Erkaçmaz, anî ziman ku 2 meh û nîvan xebata wî ya wêneyan dê bidome û plan dike ku li gelek bajarên Tirkiyeyê vê yekê bike û wiha got: "Ez dixwazim vê vê yekê tevkariyê bidim aştiyê. Malbatên min nasîn ewqas êş jiyîne. Çavên hinekan êdî nabînin. Yanî hatine wê astê." Erkaçmaz, anî ziman ku bi malbatên hevdîtin pêk anîn piranîna wan gorên zarokên wan tunene û wiha axivî: "Malbatên êşên herî dijwar dijîn jî aştiyê dixwazin. Divê hemû kes piştgiriyê bidin pêvajoyê û li pişt wê rawestê. Heta min malbat anîn cem hev jî min gelek pirsgirêk jiyîn. Pirsgirêka herî mezin min bi Komeleya Malbatên Şehîdan jiyî. Malbatên dixwastin bên yek yek li wan geriyan û gef li wan xwarin. Malbat ditirsin bên vir. Li Tarsusê min bi 40 malbatên leşkeran re hevdîtin kir û ji van 35 malbat piştgiriyê didin pêvajoyê. Ji hevdîtinê re tenê 2 malbatên leşkeran hatin. Ji ber ku zextên gelek mezin li ser malbatan hene. Komeleya Malbatên Şehîdan, astengiyan ji malbatan re derdixin bên cem hev."
Dayîka PKK'î Fatim: 21 salin min hêj cenazeyê kurê xwe newergirtiye
Di çarçoveya projeyê de li Tarsusê li mala leşkerê ku jiyana xwe ji dest da 5 malbatên PKK'î û 2 malbatên leşkeran bi giştî 7 malbatn hatin cem hev û êş û keyfxweş bî hev re jîn. Malbatan di navbera xwe de pêvajo nirxand û pişt re jî Xwîşka leşkerê bi navê Burhan Yildirim ê ku di sala 1995'an de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da Emîne Yildirim, diyar kir ku wan êşekî gelek mezin jiyî û wiha got: "Em ev êş jî. Em naxwazin malbatên din van êşan bijîn. Xwedê vê êşê bi tu kesên din nede jiyîn." Dayîka Endamê PKK'ê Abdullah Dermîr ê ku di sala 1995'an de li navçeya Hawelê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da Leylî Demîr jî daxwaza aştiyê kir û wiha got: “Êdî bila ev xwîn rawestê. Bila ne dayîkên gerîla û ne jî yên leşkeran bigirîn. Kurê min 21 sal berê tevlî gerîla bû. Piştî tevlî gerîla bû 2 sal û nîv şunda jiyana xwe ji dest da. Dema kurê min şehîd ket em çûn Hawelê. Cenazeyê wî nedan me. Em êdî aştiyê dixwazin."
Dayîka Endamê PKK'ê Omer Baykara ê ku di sala 2000'an de li navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da Fîruze Baykara (70) jî diyar kir ku wê jê cenazeyê kurê xwe newergirt. Baykara, anî ziman ku bi salane hem êşa zarokê xwe dijî û hem jî ji ber cenazeyê wî negirtin êşê dijî û wiha got: "Em şer naxwazin. Em dixwazin serokê me Ocalan serbest bê berdan." Dayîka Endamê PKK'ê Osman Demîr ê ku di sala 1992'yan de li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da Fatim Demîr jî diyar kir ku wê jî cenazeyê kurê xwe newergirt û tu agahiyên dermanê kurê wê de tunene û ew dixwazin êdî aştî pêk bê.
'Em piştgiriyê didin nexşeriya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan'
Dayîka Endamê PKK'ê Saît Demîr ê ku di sala 1993'an de dema ji Şirnexê diçû Herêma Federal a Kurdistanê û pê li mayînê kir û piyewkî wî jê bû Sîse Demîr jî diyar kir ku divê êdî tu dayîk negirîn û aştî pêk bê. Bavê endamên PKK'ê Nesîh Yaman ê ku di sala 2000'an de li Çewlîkê û Abdulmecît Yaman ê ku li Qendîlê di operasyona hewayî de jiyana xwe ji dest dan Nurettîn Yaman jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin û wiha got: "Ez piştgiriyê didim nexşeriya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan." Yaman, anî ziman ku pêvajoya hate destpêkirin pêvajoyekî dereng mayî ye. Yaman, da zanîn ku ew tol hilgir nîn in û ligel 2 zarokên xwe winda kirin naxwaze zarokên tu kesên din jiyana xwe ji dest bide û wiha axivî: “Kurd be tirk be tu pirsgirêka me bi tu kesî re tuneye." Yaman, bilêv kir ku hinek partiyên (MHP) li ser darbest û xwînê siyasetê dikin û wiha pê de çû: “Ez van şermezar dikim. Êdî bes e. Divê piştgirî ji vê pêvajoyê re bê dayîn. Dê heta ku derê siyaseta xwe ya qirêj berdewam bikin."
Xizmê leşker: Aştî ji bo me cejna cejnan e
Bapîrê çawişê pispor Abdulmecît Yildirim ê ku di sala 2011'an de li Gurgumê jiyana xwe ji dest da ê ku bi heman nav Abdulmecît Yildirim jî wiha got: “Aştî ji bo me cejna cejan e. Em kê dikujin. Li hemberî me dijminek tuneye em çekê berbidinê. Em ji welatiyê xwe re çekan berdidinê. 30 salin artêşa li cîhanê herî bi hêz û mezin bi PKK'ê re serneket. Divê li sedema vê yekê bêgerin." Yildirim, anî ziman ku pirsgirêka kurd bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin. Xizmê leşker Mehmet Dînlemez jî xwest ku êş bi dawî bibin û wiha got: "Ez dixwazim êdî ev şerê biratiyê û xwîna tê rijandin bi dawî bibe."
(bd)