"300 ziman bi asîmîlasyonê wenda bûn"
10:37 22.02.2014 1 / 11 ÊLIH (DÎHA) - Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Êlihê, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê panelek li dar xist. Di panelê de Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Şêxmus Aslan diyar kir ku di cihanê de 300 ziman bi asimilasyona desthilatdaran hatine windakirin û li ser kurdî jî heman polîtîka tên meşandin.
Bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Êlihê, Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Êlihê panel li dar xist. Panel li salona konferansa Şaredariya Êlihê hat lidarxistin. Li salonê pankartên "21'ê Sibatê roja zimenê dayikê yê cihanê pîroz be"û "Zimanê mirov welatê mirov e, Em perwerdeya zimanê xwe dixazin" hat dalikandin. Di panelê de Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Serokê BDP'ê ya Êlihê Serdar Atalay, rêveberên ÎHD, Egîtîm -Sen, Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Êlihê, DOKH, nûnerên saziyê sivil û gelek kes amade bûn. Panel bi sirûda 'Ey rekip' û rêzgintinê dest pê kir. Di panelê de, Alikarê Serokê Şaredariya Êlihê Hamza Ayîş, neviskar Nihat Ekincî û Serokê şaxa KURDÎ-DER'ê ya Êlihê Şêxmus Aslan wekî panelîst axaftin kirin û li ser giringiya zimanê dayikê û rewşa zimanê kurdî axivîn.
'Dewleta desthilatdar dixwaze kurdî tune bike'
Serokê Şaxê KURDÎ-DER'ê ya Êlihê Şêxmus Aslan, diyar kir ku di cihanê de 300 ziman bi asimilasyona desthilatdaran hatiye winda kirin û wiha got:" Dewlata desthilatdar dixwest zimanê kurdî ji bi politikayên asimilasyonê winda bike. Lê bi saye berxwedana dayikên me zimanê kurdî bi sedsalan winda nebû û windana be jî." Aslan, anî ziman ku di sedsala 21'an de hêja bi hazaran kes ji ber ku zimanê dayika xwe axivine di girtigehan de tên ceza kirin û got:" Tunekirina zimanê tunekirina çandê, civakê û netewekê ye. Ger ku civak li hember van politikayên asimilasyonê li berxwe nede dê ber bi tunebûnê ve biçe ji ber vê yekê divê gelê kurd ji bo zimanê xwe bi têkoşe".
Piştî Aslan, Alikarê Şaredariya Êlihê Hamza Ayîş jî diyar kir ku di lihevhatina Lozanê de 'Kurdistan' bû çar perçe û politikayên asimilasyonê li ser kurdan hatin meşendin. Ayîş wiha got: "Her çikas li ser kurdan politikayên qirêj hatibin kirin jî kurd jî ziman û çanda xwe xwedî derketine."
Piştî axavtinan serfitikayên asta 1.2.3' min dan xwendekarên KURDÎ-DER'ê ber bi dawî bû,
(ho/mae)